Astengiya herî mezin rejîma heyî ye
Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:35
Di 2’ê Hezîranê de li Stenbolê ji aliyê Hewldana bo Aştiya Civakî konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” hate lidarxistin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend beşdarî konferansê bûn.
Dadgerê berê yê Dadegeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen beşdarî konferansê bû û ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) pêvajo nirxand. Turmen diyar kir ku piştî banga Rêber APO, biryara xwefesihkirina PKK’ê firsendên girîng afirand ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got:"Piştî gav avêtina her du aliyan, êdî nêrîna çarçoveya ewlekariyê bo pirsgirêka Kurd nema. Ev xaleke girîng e. Şûna nêrîna di paca ewlekariyê de divê di paca çareseriyê de bê nêrîn, ev destpêka vî karî ye. Piştî vê qonaxê çekdanîn gavek e. Divê ev derî heta dawiyê bê vekirin û sedemên ku pirsgirêka Kurd afirandiye ji holê bê rakirin, tevgereke din bê destpêkirin û ev tevger jî divê civakî be. Herwiha divê ev tevger ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin.”
Divê ne di bin nîrê desthilatê be
Turmen, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyeke di navbera dewlet û Kurdan de ye û got:“Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka hemû Kurdan e. Ji bo vê yekê, divê pirsgirêka Kurd, bi civakê ve di çarçoveyek demokratîk de bê çareserkirin. Mînak dema tê gotin, bila desthilata rêveberiyên herêmî bê zêdekirin ev yek ne tenê ji bo rêveberiyên Kurdan e. Li seranserê Tirkiyeyê rêveberiya navendî heye. Ji bo her deverê Tirkiyeyê, divê rêveberiyek hebe da ku pêşiya rêveberiyên herêmî vebike. Dema qala perwerdeya bi zimanê dayikê tê kirin ev yek ne tenê ji bo Kurmancan e divê Zaza, Çerkes û yên din jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê serbest be. Ji ber vê yekê, ev pêvajo firsendek girîng e. Lê belê astengiya li pêşiya vê rejîma tebeser a Tirkiyeyê ye. Komîsyona ku wê li Meclisê bê avakirin girîng e. Divê ev komîsyon ne di bin nîrê desthilatê de be. Divê partiyên li Meclisê din av de bên temsîlkirin û komisyoneke piralî be. Li gorî çarçoveyên pirsgirêka Kurd û ya demokrasiyê bê çareserkirin. Banga Ocalan a 7 xal jî wiha bû.”
Pêdivî bi civaka sivîl heye
Turmen, diyar kir ji ber tundiya desthilatê li ser mixalefetê di nava civakê de baweriya bi pêvajoya aştiyê kêm bûyê û got:“Desthilat di aliyekî de dibêje ez ê Tirkiyeyek bê tundî ava bikim ji aliyê din de jî tundiyê bikar tîne. Ji ber vê mirov ji pêvajoya aştiyê bawer nakin û li dijî çewsandinê ne. Em çawa dikarin bi desthilatê gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ bidin berdan û pêvajoyê bi awayeke civakî ber bi bidestxistina mafên demokratîk rêvebibin? Şertê ewil ê çareserkirina pirsgirêka Kurd, nêzikatiyek pirsgirêka hemwelatiya wekhev e. Divê yekser dev ji nêrîn û çarçoveyên netewperest û yên ewlekarî bên berdan. Ji bo vê pêdiviya me bi saziyên civakî hene û avakirina komisyona li Meclisê pir girîng e. Ger ev pêvajo ji aliyê civakê de belav nebe û civak beşdar nebe bisernakeve.”
MA/MELÎK ÇELÎK