Li Cizîrê şahiya dengbêjan

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Adar 2025 - 01:55

Şaredariya Cizîrê bi boneya 8ê Adarê Roja jinan a Cîhanê şahiya dengbêjan li dar xist.

Şaredariya Cizîrê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li eywana konferansa Şaredariyê bernameya şahiya dengbêjan li dar xist. Di şahiyê de dengbêjên jin derketin ser dikê. Dengbêj Hediye, dengbêj Xalide û dengbêj Mukades li ser dîkê stranên xwe gotin. Gelek jin tevlî şahiyê bûn. Jinan bi kêfxweşî stran guhdarkirin û şeveke xweş derbas kirin.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.