Milîtanê fedayî mirovê bedew: Fermandar Cîger Goyî
Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:45
- HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê û Fermandarê Eyaleta Wanê Cîger Goyî bi bîr anî û got:"Ji Heftanînê heta bi Zagrosan, ji Zagrosan heta bi Şengalê, ji Garê heta bi Botanê bê navber têkoşiya."
HPG’ê endamê konseya fermandariyê û fermandarê eyaleta Wanê Cîger Goyî di salvegera şehadeta wî de bibîranî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Ewladê leheng ê eşîra me ya Goyî ya welatparêz, milîtanê PKK'ê yê leheng, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Wanê hevrêyê me Cîger Goyî 26'ê Îlona 2020'î li herêma Kato Marînos a eyaleta Wanê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Cîger di ciwantiya xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji Heftanînê heta bi Zagrosan, ji Zagrosan heta bi Şengalê, ji Garê heta bi Botanê bênavber têkoşiya. Ji bo hebûna gelê me biparêze bê tirs şer kir, gelek caran birîndar bû, tecrûbeyên mezin bi dest xist û bû fermandarekî hosta. Hevrê Cîger milîtanekî fedaî bû ku gelekî hêja bû, mirovekî bedew bû, kêfxweşiya xwe ya jiyanê, coşa xwe ya şoreşgeriyê bilind bû, moralê wî qet nediqediya, ji pêşketin û her wezîfeyê re amade bû. Ji şervaniyê heta bi fermandariya eyaletê di her astê de fermandarî kir, wezîfeyên cuda bi cih anî û her wezîfe jî bi asteke bilind bi ser xist. Herî dawî wezîfeya Fermandariya Eyaleta Wanê dikir û di wê wezîfeyê de şehîd bû. Em fermandarê fedaî yê Apoyî hevrê Cîger Goyî bi hurmet bi bîr tînin, di serî de malbata wî ya hêja ji eşîra Goyî ya welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Gelek caran birîndar bû
Hevrê Cîger li nava çiyayê serhildêr ê Botanê, li parçeyek ji bihuşta Kurdistanê li Qilabanê jidayîk bû. Li gundê Heletê yê Qilabanê di nava eşîra Goyî ya welatparêz de mezin bû. Li dibistanên dewleta Tirk lîse qedandibe jî red kir ku bibe ferdekî vê sîstemê. Şehadeta gerîlayên ku nas dikir, lêgerînên hevrê Cîger hîn xurt kir, hêrsa wî ya li hemberî dijmin mezin kir û gihîşt wê biryarê ku bide ser şopa apê xwe û bibe gerîla. Li ser vê bingehê di sala 2008'an de li Heftanînê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Li qada bi heybet a Zagrosan hemû detayên gerîlatiyê hîn bû, bû xwedî tecrûbeyên mezin û li her qadê şareza bû. Weke milîtanê pêşeng ê taktîka êrîşê di çalakiyan de serketinên mezin bi dest xist. Sala 2010'an li Şemzînanê di şer de ji lingê xwe birîndar bû, sala 2012'an li Şitazînê di çalakiyê de ji stuyê xwe bi fîşekê birîndar bû, sala 2012'an li Çarçellayê ji stuyê xwe bi parçeyê şarapnelê birîndar bû. Lê belê li gel van hemûyan jî bi enerjiya xwe ya şoreşgerî ya bêdawî xwe ji nû ve komî ser hev kir û her carê ji cihê mayî têkoşîna xwe hîn bi xurtî dewam kir.
Xwedî hevrêtiyeke bedew bû
Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gelê me yê li Şengal û Rojavayê Kudistanê, weke ewladekî bi rûmet ê bi eşqê hez ji gelê Kurd dikir, xwest gelê me biparêze. Hevrêyê me Cîger ku ev pêşniyara wî hate qebûlkirin, da ser şopa Apoyiyan ku bi pêşengiya fermandarê mezin ê dewrêşê serdemê hevrê Dilşêr Herekol bi hawara gelê me yê li Şengalê ve beziyan. Weke şoreşgerekî hevgirtî ku soza xwe bi cih anî, li gel pêşengên leheng ên gelê Kurd Zekî Şengalî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol û Seîd têkoşiya. Bi Dijwar Feqîr, Zerdeşt Şengalî û Şîlan Goyî re mil da milê hev û Şengal azad kir. Sala 2014'an di êrîşa çeteyan de ku bi wesayiteke bombebarkirî hate kirin, bi parçeyê şarapnelê ji serê xwe, sala 2016'an di şer de bi parçeyên şarapnelê ji serî û milê xwe birîndar bû. Çar salan bê navber têkoşiya û bi rastî jî weke lehengekî nayê jibîrkirin navê xwe li vê serdema dîrokî nivîsand. Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî bi serketî qedand, di Nîsana 2018'an de biryara vekişîna hêzên HPG û YJA Starê ya ji Şengalê xist meriyetê û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî ku dotmama wî hevrêya me Rewşen Metîn-Rewşen Urek sala 2017'an di êrîşa dijmin de şehîd bû, biryardariya wî ya ji bo têkoşînê û hêrsa wî ya li hemberî dijmin hîn mezin bû. Hevrê Cîger bi vê îdîa û biryardariyê sala 2019'an tevlî Civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê bû, di perspektîfa gerîlatiya serdema nû de xwe zelal kir û ji bo wezîfeya Fermandariya Eyaleta Wanê bi cih bîne berê xwe da warê ku lê ji dayik bû. Li gel fermandarê mezin hevrê Egîd Civyan ku li Şengalê di bin fermandariya wî de şer kir, vê carê derfet bi dest xist ku bi hev re li Botanê li dijî dijmin şer bike. Hevrê Cîger bi têkoşîna xwe, bi karên xwe yên ji bo gelê me û hevrêtiya xwe ya bedew wê ti carî neyê jibîrkirin. Em soz didin ku em ê bîranîna wî bikin sedema têkoşîneke hîn xurt û hinceta serketina armancên wî." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cîger Goyî bi vî rengî ne:
Cîger Goyî (Orhan Urek), li Qilabanê jidayîk bûye, 26’ê Îlona 2020’an li Wanê şehîd bû.
BEHDÎNAN