- Siyasetvana şaredariya Osloyê Eivor Evenrudê bersiv dabû wezareta karê derve ya dewleta Tirk û ji bo daxwaza dewleta Tirk a sansurê gotibû, li Norwêcê azadiya xweîfadekirinê heye. Ji hingê ve gefên kuştinê lê tên xwarin û betal nabin.
Ji ber ku wê fikra xwe li ser mana berhema Gelawêj Weledxanî ya li ser şervanên YPJ´ê got, li siyasetvana Norwêcî Eivor Evenrud gef hatin xwarin. Kesên gef lê xwarin, got, em ê te bikujin. Li ser wê resma em behsa wê dikin, Gelawêj Weledxanî şervanên YPJ´ê resimandin û gotina Rêber Abdullah Ocalan “Civakek bêyî azadiya jinê, ti carî azad nabe” li ser wan danî. Ev resm li ser dîwarê galeriya li navenda paytexta Norwêcê Osloyê beramberî parlamena welêt hatiye daliqandin. Siyasetvana Norwêcî Eivor Evenrud got, ev berhem weke plankirî wê daliqandî bimîne.
Wezareta Karê derve ya dewleta Tirk ev karê hunerî şermezar kiribû û bi vê yekê rê li ber Tirkên nijadperest vekiribû ku gefên kuştinê li siyasetvanên Norwêcî jî bixwin. Piştî daxwaza dewleta Tirk a rakirina vê berhema şêwekara Kurd Gelawêj Weledxanî, komîsyona çandê ya meclîsa şaredariya Osloyê civiya û bi yekdengî biryar da ku daxwaza dewleta Tirk red bike. Lê mesele ne tenê daxwaza dewleta Tirk jî bû. Nijadperestên Tirk jî hem bi kampanyaya îmzeyan û hem jî gefxwarina li siyasetvanên şaredariyê hewl dan berhemê bînin xwarê.
Seroka komîsyona çandê ya meclîsa şaredariya Osloyê Eivor Evenrud hîna roja pêşî ya daxuyaniya wezareta karê hundir a dewleta Tirk daxuyanî dabû ku di ser hesabê xwe yê twitterê re gotibû, “Merheba Tirkiye! Li Norwêcê em ji azadiya xweîfadekirinê û demokrasiyê bawer dikin. Siyasetvan nikarin wêneyekî biguherin yan jî rakin -û wê vê nekin jî-. Binihêre û fêr bibe.”
Gefxwarinê hîç betal nekir
Beriya civîna li ser biryara mana berhemê bi rojekê wê daxuyaniyek da û got, bi hefteyan e ku gefên kuştinê lê tên xwarin: “Beriya çend hefteyan min li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsî ku Şaredariya Osloyê wê berhemeke hunerî ji cihê wê raneke, wezareta karê derve ya dewleta Tirk û sefareta Tirk a li Osloyê ev ji me xwestibin jî. Piştre dest pê kir.”
Nijadperestên Tirk zêde nesekinîne, “Hîna nû 15 deqîqe di ser re derbas bûbûn gefa pêşî ya kuştinê gihîşt. Ez li bendê bûm hêrsa hinan rabe, lê ez ne hazir bûm ji bo evqas kîn û gefxwarinan. Ev resmekî li ser dîwarekî Osloyê ye!”
Fêm kir çi tê serê Kurdan
Gefxwarin paşê hîç betal nebûne: “Axir hindik mabû bifikirim ku ev henekek e. Lê na bi rastî jî ne wilo ye, tiştekî sehmkar e. Ev nîşan dide ka sereqet çi tê serê mirovan, nexasim jî miletê Kurd. Li vir li Osloyê meqamên lazim alîkariya min kirin. Azadiya fikr stûna navmalê ya demokrasiyeke li ser xwe ye.”
Şoreşa Jinê
Gelawêj Weledxanî 7´ê Mijdara 2020´an li Osloyê li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê wêneyekî mezin ê şervanên jin ên Kurd xêz kir. Li ser wêne portreyên gelek şervanan diyar bûn. Li ser wan jî nivîsa Rêber Abdullah Ocalan “A society can never be free without women´s liberation” (Civakek ti carî nikare azad bibe, beyî azadiya jinê) hatibû nivîsandin. Berhem wê tevahiya zivistanê li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê daliqandî bimîne. Berhem 2 metro û nîvan bilind e û 6 metroyan jî fireh e. Navê berhemê jî “Rojava: The Women’s Revolution” (Rojava: Şoreşa Jinê) ye.
Axir piştî biryara îna bihurî, berhem wê weke plankirî tevahiya zivistanê li cihê xwe daliqandî bimîne.
Gelawêj Weledxanî kî ye
Gelawêj Weledxanî (Gelawesh Waledkhani) hunermendeke Kurd e ku li Osloyê dimîne. Ew sala 1982´yan li bajarê Başûrê Kurdistanê Xaneqînê hatiye dinê. Wê sala 2013´an mastira xwe di hunerên bedew de çêkir. Ew hîna jî li Akademiya Hunerên Bedew perwerde dibe. Heta niha gelek pêşnagehên wê yên solo çêbûne. Ya herî dawî li Galerie BOA (Oslo) û li Muzeya Huner a li Nord-Trøndelag (Namsos) bi rê ve çûn. Wê di gelek pêşangehên komî de jî cihê xwe girt.
Du kurtefilmên wê yên bi navê Diljîn (9 deqîqe û 4 saniye, 2019) û Mecîd (7 deqîqe û 34 saniye, 2019) hene.
NAVENDA NÛÇEYAN