Gaxan û Sersala Kurmancî

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 16 Çile 2023 - 11:07

Tişta em jê re Sersala Kurmancî dibêjin, esas ji wan cejnên Çile ye ku pê hevparbûna gundiyan dihat xurtkirin. Lê ew weke hevparbûneke miletên cîran di sersala Suryaniyên ortodoks de dihat pîroz kirin. Yanî 13 rojan piştî sersala reformkirî ya mîladî. Eynî weke Çarşema Serê Nîsanê jî çarşema pêşî ya piştî 13´ê Nîsanê ye. Axir ez bi vê danakevim. Me Sersala Kurmancî û Gaxan qederê 20-25 malbatan li Frankfurtê pîroz kir. Û ji wê dikarim behsa wê yekê bikim ku Gaxan û Sersala Kurmancî bi fîgurên xwe û bi rîtuelên xwe, hema hema yek tişt in. Jixwe me her du rîtuel jî bi zarokan re weke performans çêkirin û ev wekheviya wan xuya bû.

Gaxan û fîgurê Kalê Salê, Fatik û Bûka Sakê, û Qirdikê Salê û Embazê/Hevalê Gaxanî di nava her du rêûresman de miqabilê hev in.

Gaxan weke Kalê Salê temsîla sala bihurî dike û Fatik weke Bûka Salê temsîla sala nû dike. Qirdik û Embazê Gaxan jî tevî ji hev de ketina xwe ya ji ber dinyadîtinê, fîgurên maqûl in. Di efra kal û ciwan de di efra Fatik û Gaxan de jî ew vê rola xwe nîşan didin. Ev cejnên Çilê Zivistanê, esas ji ber ku êdî zivistanê hilberîn bi temamî sekinandiye û berhemên bênderê û dermale ji bo bihurandina zivistanê têrker in. Yanî malavahiyeke ji xwezayê (yan jî ji xwedê) re ye ku ew berhem dane mirovan da ku karibin Çilê Zivistanê li xwe bibihurînin. Ew ji dawiya Kanûnê heta bi 13 Çile tên pîrozkirin û gelek nav û awayên wan hene.

Bi ji qîmetketina gundan, helbet rêûresmên bi vî rengî yan wê biguherin yan jî tine bibin.

Li gelek deverên Kurdistanê sazî xwe didin ber pîrozbahiyan yan jî birêvebirina rîtuelan. Lê lazim e, ev nihêrîna seresere ya ku meseleyê ji nihêrîna pêşiyên me ya li jiyanê qut dike û dike meseleyeke besît a folkorîk, betal bibe. Em nikaribin meseleyê di çarçoveyeke çandî ya berferehtir û hevparker de rûnênin, bi hêmanên besît ên folklorîk, em esas çandê dewam nakin. Di peywendeke çandî ya giştî ya dîtina salê, peywendiyên mirovan bi haîwrdora wan re xasma bi heywanan û xwezayê re, wê karibe bêhtir bike ku rêûresm jidil jî dewam bike. 

Me çend hevalan li vir şêwra xwe danî û got, ka em her du rêûresman bi awayên performans bi zarokan bidin naskirin. Ez bawer dikim zarokan dît ka çawa ev her du rîtuel dişibin hev. Me gustîlk jî bi mezinan da lîstin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.