Gava Şitil Mezin Dibin û Rastiya Civake

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:31

Piştî ku şerê Cîhanê ê duyemin bi dawî bû li pişta xwe bajarên weran,bi milyonan kuştî ,malbetên ji hev veqetayî,xizanî û mirovên go Giyana wan  têk çuyî hişt. Dema ev şer diqewimî jî li İtalya di Sînemayê de Filmên Melodramik di hatin weşan din ku gel xwe dinav vê alozîya rejima faşist de ji bîr bike û bê bertek be. Rejima faşist dem ali ser iqtîdarê bû gel û pê re jî gellek Sînemakarên Îtalî razandin lê bes dema rejim ket û karesata Rejîme derket holê êdî Sînemakaran bere Kameraya xwe dane rastiya civakê! Başe vêce di rastiya civakê de ci hebû? Wêranî,xizanî,Mirin! Şer civak piralî êşand bû û rihê wê têk biribû. Rasteqinîya İtalî ya Nû jî ji vê atmosfere derketibû û wek rêbazeke Sînemaye mohra xwe li Sînemaya Cîhane da.Di  hinek Filmên Yılmaz Guney de jî rastiya civakê wek mijar derdikeve pêşiya me û ev jî wek bandora Rasteqinîya Nû ya îtalî tê pênase kirin. Taybetiyên Rasteqiniya Nû ya îtalî jî evin: Dive mekanên film xwezayî bin,liyistikvanî dive ya amator an jî nîv profesyonel bin,rohaniya xwezayî tê bikaranin, mijara film çîrokên rojane ne,pevbestineke hêsan tê bikaranîn.Çend Filmên Rasteqiniya îtalî jî evin.Yên meraq bikin dikarin temaşe bikin.(Roma-Bajarê Vekirî,Dizên Bisqilêtan,Umberto D,Zarokên Sikakan)

Wê rojê di bernameyeke navnetevî de(Lıft of Global Network) min Filma Gava Ştil Mezin Dibin temaşe kir. Film li ser rojeke Mastfiroşekî û keça wî rewşa Kobanî bi me dide temaşe kirin. Kobanî di sala 2015 de ji aliye Daîşe ve hate dorpêç kirin. Bi tenq û topan bi rojan hate bombe kirin. Şêniyê bajêr nêçar man ku bajêr li dûv xwe bihêlin.YPG-YPJ bi berxwedaneke bêhempa Daiş têk bir û Kobanî parast. Piştî ku şer qediya şêniyên bajêr  vegeriyan ser axa xwe û jiyana xwe ya rojane berdewam kirin. Bêgûman Kobanîya ku li dûv xwe hiştin û ya ku lê vegerîyan ne heman Kobanî bû. 

Filma Gava Ştil Mezin Dibin bi çîroka xwe ya rojane û bi kamera xwe ya li ser mil derbasî nava jiyana rojane ya Kobanî dibe. Em bi rêya Film kêm zêde nas dikin bê ka ma Şer li Kobanî çi qewimandiye! Bandorên vê qewimandine  yên li ser jiyana rojane ya Kobanîyan çiye? Em li matore Mastfiroş siwar dibin û şahide rojeke Kobanî ya piştî şer dibin. Berxwedan,Weran bûna bajêr,dewsên Bombeyan bandora şer ya li ser civakê hwd

Mekanên film hewş û malin,kolan û sikakin,xwaringehên li ser sikakane,mizgeft û saziyên fermî ne û ji orta jiyanê ne! Liyistkvanên film şêniyên wî bajarîne,ji wî bajarîne,ji wê axêne û kesên ku ev şer dîtine û hêj jî dinav vî şerî de ne! Çîrok çîroka wî bajarîye,di çîroka wî bajarî de şer jî heye,evin jî heye,endîşeya debarê jî heye,hîlekarî jî heye,kesên li ber têkçûne jî hene yanî wek bajar tê de nûveyên jiyane bi giştî hene. Li gor min ya ku film serkeftî dike jî ev bi xwe ye! Metafora Şitlê ku bi şoreşa Rojava ve hatiye girêdan û bi destê keçikek biçuk jî tê avdan serkefitî bû.Ji xwe li mala xalo em ji çavên Zelal Dîroka şoreşe ji dema niha heya destpêke bi wêneyên ser dîwer di şopênin. Hêza dîmenê jî ji xwe eve! 

Weki din jî,Dibe ku li ser Diyalogan baştir hatibane sekinandin. Derhêner karibû di Pevbestina film de wêrektir tevbigeriya û girteyên ku dinav dîmende kintir bikira. Qerekterên Zelal û Hemûde dikarîbûn xurttir bûna. Hemûde bi derbekê derdikeve holê û bi derbekê de jî diçe. Zelal heya dawîya film li ser mitor bê deng tenê temaşe dike.

Kurt û Kurmancî bi başî û kêmasîyên xwe Filmekî serkeftî derketiye holê. Film ji gellek hêlan ve dişibe filmekî Rasteqiniya Nû ya İtali,Ji bo pêşketina Sînemaya Kurdî şêweya ku vê Komê destgirtiye berdewamî jê re gereke. Bi çîrokên rojane bi Dever û ronahiya xwezayî,bi liyistikvane amator salê dibe ku bi dehan Filmên serkeftî yên  weke Gava Ştil Mezin Dibin bene çêkirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.