- Filma ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ a ku Komîna Filman a Rojava çêkiriye, îro li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê tê nîşandan.
Filma ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ a ku Komîna Filman a Rojava çêkiriye, îro li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê tê nîşandan.
Komîna Filman a Rojava ragihand ku ew îro saet 17:00’an filma ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê nîşan dide.
Derhêneriya filmê, Rêger Azad Kaya kiriye û film li Kobanê hatiye çêkirin.
Wekî din filmên ‘Berfîn, ‘Balckberry Season’ a Haşim Aydemir derhêneriya wî kiriye û ‘Berû’ ya bi derhêneriya Savînaz Evdikê û gelek filmên din ji aliyê Komîna Filman a Rojava ve ji 25`ê Tebaxê heta 15`ê Îlonê li Navenda Baqî Xido û dûre jî li Qamişlo, Dêrik û Hesekê werin nîşandan.
ANHA/KOBANÊ