Gardiyanekî dewleta Tirk hat kuştin
Çarşem 20 Nîsan 2022 - 22:15
- Li navçeya Orhangazî ya ser bi Bûrsayê, êrişke bombeyî li dijî otobuseke gardiyanan hat kirin. Di êrişê de gardiyanekî dewleta Tirk hat kuştin, 9 jî birîndar bûn.
Li navçeya Orhangazî ya ser bi Bûrsayê, êrişke bombeyî li dijî otobuseke gardiyanan hat kirin. Di êrişê de gardiyanekî dewleta Tirk hat kuştin, 9 jî birîndar bûn. Rewşa yekî ji birîndaran giran e.
Li navçeya Orhangazî ya Bûrsayê, otobusa gardiyan dibirin hepsên Bursayê, gava ku li taxa Yenî Karaman a li ser rêya Bûrsa-Mûdanyayê bû, bomber pê de teqiya. Di encamê de gardiyanê dewleta Tirk Cengîz Yigît hat kuştin û 9 gardiyanên din jî birîndar bûn. Di otobusê de 30 gardiyan hebûn.
BURSA