Galaya filmê “Monster” li Cannesê pêk hat

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Gulan 2023 - 03:48

Festîvala Filman ya Cannesê ya 76’an, dest pê kir. Derhênerên ku îsal filmên wan li festîvalê, di beşa fermî de ji bo “Palmiyeya Zêrîn” tên nîşandan, yek bi yek derdikevin pêşberî temaşevanan. 

Di vê çarçoveyê de filmê derhênerê Japon, Hirokazu Kore-eda yê bi navê “Dehbe/Cinawir” (Kaibutsu) jî galaya xwe pêk anî. Di nav kesên li galaya filmî de hazir, derhênêrê Spanî, Pedro Almodovar jî hebû.

Hirokazu Kore-eda, sala 2018’an bi filmê xwe yê “Shopliftres” xelata “Palmiyeya Zêrîn” wergirtibû û filmê wî ji hêla juriya festîvalê û her wiha rexnegirên sînemayê yên dinyayê ve gelekî hatibû ecibandin.

Festîvala Cannesê dê di 27’ê Gulanê de bi dawî bibe.

CANNES

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.