Fuzeyên dagirkeran Elman in

În 6 Gulan 2022 - 22:24

  • Dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê de, bi giranî fuzeya MAM-L ji balafirên bêmirov diavêje ku ev bombe li cîhanê weke 'fuzeya kujer' tê pênasekirin. 

Dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê de, bi giranî fuzeya MAM-L ji balafirên bêmirov diavêje ku ev bombe li cîhanê weke 'fuzeya kujer' tê pênasekirin. Teknolojî û lîsansa vê fuzeyê jî yên Elmanyayê ye. 

Artêşa Tirk a dagirker ji 17'ê Nîsana 2022’yan ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, ji bo berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bişikîne, hêzên hewayî gelekî bi kar tîne. Artêşa Tirk ku ji bejahî ve nikare bi pêş ve biçe, giraniyê dide ser bikaranîna Balafirên Bêmirov ên Biçek.

Aliyê dagirker yanî dewleta Tirk, beriya bi çend rojan dîmenê êrişeke li dijî Zê (Zapê) weşand, ku bi wan balafirên bê mirov hate kirin û ragihand ku di êrişê de fuzeyên bi navê MAM-L hatine bikaranîn.

Di malpera înternetê ya bi navê "pîşesaziya parastinê" de ku nûçeyên li ser artêşa Tirk çêdike, gelekî pesnê van fuzeyan hate dayin. 

Fuzeyên navbirî weke belgeya eşkere ya hevkariya qirêj a di navbera Elmanya û dewleta Tirk de ye. Her çend artêşa Tirk îdîa bike ku MAM-L ji aliyê şirketa wan Roketsanê ve tê çêkirin jî bi destûra dewleta Elman ji aliyê şirketa çekan a Elman TDW ve ji bo balafirên bêmirov ên Bayraktar ên şîrketa malbata Erdogan bi taybetî hatiye çêkirin.

Ev fuzeyên ku giraniya wan 22 kîlogram e, ji bilî Kurdistanê li Lîbya, Yemen, Ermenistan û herî dawî ji meha Çile ve li Etiyopyayê bûn sedema mirina bi dehan sivîlan, lewma weke 'fuzeyên kujer' têne binavkirin. Fîrmaya ku van fuzeyan çêdike û mafê lîsansê daye Roketsanê jî Elman e; heman şirketa TDW´ê ye.

Fîrma TDW a Elman baskekî şîrketa MBDA ye ku şirîkên xwe yên Fransa û Îtalyayê hene û sîstemîn fuzeyan çêdike. TDW ji sala 2010'an ve di mijara fuzeyan de hevkariyê bi dewleta Tirk re dike.

Ji bo fuzeyên LRAT û MRAT jî ku ji sala 2018'an ve di destê artêşa Tirk de ne, TDW 'serikê şer' difiroşe. TDW'ê piştre ev fuze ji nû ve sêwirand û kir ku li balafirên bêmirov jî bên bicihkirin. Hikûmeta Merkel a wê demê, di sala 2020’an de bersiv da pêşnûmapirsên Partiya Çep û Partiya Keskan û qebûl kir ku 'serikên şer' hatine firotin û di sala 2018'an de TDW'ê di berdêla 290 hezar Euroyî de mafê lîsansê daye Roketsanê da ku karibe van fuzeyan çêke.

Piştî ku havîna 2020’an balafirên bêmirov ên biçek ên Tirkiyeyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê gelek sivîl qetil kirin, bernameya 'Monîtor' a qenala ZDF’ê para teknolojiya Elman a di van makîneyên mirinê de nîşan da. Wê bal bire ser wê yekê ku lîsansa navbirî tekonolojiya fuzeyên MAM-L jî di nava xwe de dihewîne. Ev fuze bi rêbaza 'Know how- transfer' (transfera agahiyên zanînê) di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de têne çêkirin, li gorî lîsansê nabe ku desthilatdariya AKP-MHP'ê van bifiroşe welatekî din. Lê belê dewleta Tirk fuzeyên MAM-L tevî balafirên bêmirov ên biçek par firotin Pakistan, Tûnis, Erebistana Siûdî, Îmarat, Azerbaycan, Malezya, Qetar û Tirkmenistanê. Ne dewleta Elman ne jî şirketa TDW li ber vê firotinê ranebûn. 

Bi koda NATO´yê dikujin

Gulana par, malpera înternetê ya li Ermenistanê, Hetq parçeyên balafireke bêmirov a biçek a hate xistin û fuzeya MAM-L a neteqiyayî bi wêneyan li gel agahiyan weşand.

Li gorî agahiyan, ji bilî şirketa TDW a Elman her wiha şirketa Aerospatiale ASB a Fransayê jî di hilberandina MAM-L de para xwe heye. Hate ragihandin ku batariyên li ser fuzeyên MAM-L ji aliyê Fransayê ve hatine çêkirin û koda NATO'yê li ser wan e.  

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.