Fransayê hin DAIŞ'iyên xwe birin

În 21 Cotmeh 2022 - 04:32

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 zarok û 15 jinên DAIŞ`î radestî şandeya Wezareta Karên Derve ya Fransayê kirin. 

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li Qamişloyê pêr şandeya Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi ya serkêşiya balyoz û berpirsê Navenda Rêveberiya Krîzan û Piştgiriyê ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê Stephane Romate pêşwazî kir.

Hevserokê Daîraya Têkiliyên Derve Fenar El Giêt û endamên desteya rêveberiyê Robêl Biho û Xalid Îbrahîm şande pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de Fenar El Giêt pesnê rola pêşeng a Fransayê ya di warê piştgirîdayîna insanî û aborî ya herêmê de da û got, “Em hêvîdar in ku ev pêwendî bêhtir bi pêş bikeve û hevkariya ji bo parastina aramî û îstiqrara herêmê zêdetir bibe.”

Stephane Romate jî malavahiya Rêveberiya Xweser kir û got, “Me gelek mijarên giring gotûbêj kirin, bi taybetî yên ku dikarin di navbera Fransa û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê di warên cuda de kar li ser bên kirin, wek ewlekarî û diyaloga siyasî. Her wiha mijarên alîkariyên mirovî ku ji her alî ve ji aliyê Fransa ve ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê dikarin bên pêşkêşkirin. Gelek tiştk hene, dikarin bên kirin.”

Di dawiya hevdîtinê de, protokolên radestkirinê bi dawî bûn û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 zarok û 15 jinên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya fransî kir.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.