Fînî naxwazin bi dilê Tirkan be

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 21:33

  • Li gorî anketekê ku beriya civîna bilind a NATO'yê li Fînlandiyayê hate kirin, ji sedî 70 ê beşdaran got, “Heger li gorî daxwaza Tirkiyeyê bibe, em ê li ber endametiya NATO'yê rabin.”

Li gorî anketekê ku beriya civîna bilind a NATO'yê li Fînlandiyayê hate kirin, ji sedî 70 ê beşdaran got, “Heger li gorî daxwaza Tirkiyeyê bibe, em ê li ber endametiya NATO'yê rabin.”

Li paytexta Spanya Madrîdê doh berêvarê civîna bilind a Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) dest pê kir.

Yek ji xalên giring ên civîna bilind, piştî mijara êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê û dijberiya Tirkiyeyê ye.

Dewleta Tirk di berdêla endametiya NATO'yê de ji her du welatan dixwaze ku bêhtir zextê li Tevgera Azadiyê ya Kurd bike û ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rake.

Li gorî rojnameya Helsingin Sanomat ku yek ji rojnameyên sereke yên Fînlandiyayê ye, ji sedî 70´yê beşdaran got, "Divê tawîzê nedin Tirkiyeyê.

Eger bi dilê Tirkiyeyê be, hingî em ê bi erênî nêzî endametiya NATO'yê nebin."

Rêjeya beşdarên ku dixwazin daxwazên Tirkiyeyê bi cih bêne anîn tenê ji sedî 14 e. Piraniya kesên xwe dane aliyê Tirkiyeyê jî alîgirên Partiya Fînns a nijadperest e. 

Di civîna li Madrîdê de gelo ev encam  wê bi raolekê rabin em nizanin. Lê eşkere ye ku bazarek wê di ser Kurdan re bê kirin.

Gelek alî şertên dewleta Tirk weke şertên li pêşiya Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dinirxînin.

Jixwe vê zextê jî kir ku Biden qebûl bike bi Erdogan re bicive. Lewma berdevkê Qesra Spî da zanîn ku di dema civîna bilind a NATO´yê de ya li Madrîdê Biden û erdogan wê bicivin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.