Rastî diguhere wek xwe namîne!

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Hezîran 2024 - 00:50

Hunermendê Fînlandiyayî Davîd Popa ji bo hunera xwe je derûdorê îlham digire. Wê berê gelek resmên li ser dîwaran çêkiriye lê niha xwe avêtiye nav dilê xwezayê û bi komir, tebeşîr û pîgmentên xwezayî tabloyên xwe çêdike. Lê ji xeynî van xebatên xwe ew dinyayê weke tabloyekî bikartîne. Nexasim jî berhemên wê yên demkî ya ku li ser cemed, berf, ax û qûmê çêdike pirr balkêş in. 

Davîd Popa ji bo bîneran vîdeoyan jî çêdike û bi saya van vîdeoyan bîner dibînin bê ka ew çawa dixebite û van berhemên xwe çêdike. Wî herî dawî li ser bûzê ango cemedê portreyê jinikekê çêkiriye. Gava ku cemed dihele û bûz dişikê portreyê jinikê jî bi awayekî xwezayî ji holê radibe. 

Davîd Popa ji bo berhemên xwe yên demkî got; “Destpêkê min xwest parçeyan nêzî hevdu bikim lê piştî demekê ez têgihîştim ku ew ê ev parçe bi ti awayî negihîjin hevdu. Hewldaneke pûç…Elbet hin plansaziyên min hebûn ji bo vî karî lê min nezanîbû ew ê encameke bi çi rengî derkeve holê. Ez bi vî hîsê xebitîm. Ji xwe yek armanca min a ji van xebatan ewe ku ez xwezaya rastiyê ya ku piştî demekê diguhere nîşan bidim. Gava hin tişt parçe bibin û bişikên em zû bi zû nikarin wan tamîr bikin. Hin caran jî em nikarin li hember vê rastiya xwezayî li ber xwe bidin.”

Davîd Popa xebatên xwe bêhtir li Fînlandiyayê dibe serî lê pêla dawî li Erebîstan û Utahê jî xebitye. Hin xebatên wê yên ku li çolên Erebîstanê çêkirine jî têra xwe balkêş in.

HELSÎNKÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.