Fîlozofê şerûd ê sînemayê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 23:26

  • Ji nav tarîtiyê dengek hildibe: Hûnê pirr guhdarî bikin, lê hûnê ji ti tiştî fêhm nekin, hûnê pirr tiştan bibînin, lê hûnê tênegîhijin, ji lewre dilê vê civakê êdî ti tiştî hîs nake, guhên xwe giran kirine û çavên xwe jî miç kirine. Ji bo bi çavên xwe nebînin û bi guhê xwe nebîhizin.

ARDÎN DÎREN

“çikû sînema ne tenê cerebeyeke zimanî ye, lê belê... di heman demê de ew ezmûneke ji fîlozofiyê ye jî...” *

Îsayek cuda, baweriyeke bi strîn, rêyeke teng, dilekî xembar û hevaltiyeke kêm... Filmek di tehma helbestê de, helbesteke berz ku sewta wê kevirên baweriyê dihejîne. Sewteke ku kevirên bendewariyê hildiweşîne. Her tişta vê filmê hevdû digire û hemû hêmayên sînemayê di nav lihevkirineke bêhempa de wek helbestê diherikin. Tevna mijar, muzîk û lîstikvaniyê bi derhêneriyeke pisporane hatiye danîn û berhemeke serketî li kaniya sînemayê zêde bûye. Filma “Li Gor Matiyasê Qenc Încîl” bi rêgezên neorealîsmoyê (şêweya çêkirina filmên Îtalyanî ya ku wek pêleke sînemayî tê hesibandin) hatiye fesilandin û ji şêweyên wê bandor lê dibe. Di şêweyên rasteqîniyê de serboriya Hezretî Îsa, serboriyek e, ya ku sînemayê ji nû ve bi ziman dike ango bi mane dike. Pasolini hin tiştan naxemilîne, dirêj nake, lîstikvanên navdar hilnabijêre, heya jê tê dîmenên xwerû û sade diafirîne, ne di mijarê de û ne jî di dîmenên xwe de asê dibe. Dibe ku dilsoziya filmê ji ber van taybetmendiyên wê be.

Her derhêner wisa zû bi zû xwe fêrî zimanê sînemayeke xwerû nake. Lê ji ber ku Pasolini xwedî xemên kûr e, ew zû fêr dibe.

Ji xemilandina dîmenan jî qet hez nake, ew bi rêya sînemayê rasterast xemên xwe îfade dike. 

‘Xwedê te çima ez bi tenê hiştim!’

Beriya Hezretî Îsa li çarmixê bê xistin, dîmenên dawî yên filmê giyanê mirov dipelixînin. Tenê mayîn... ev e ya ku dilê Hezretî Îsa diêşîne û hêrsa wî radike! Pevxistineke balkêş... xirecira li serê palekî... darên çarmixê... diya Hezretî Îsa û hevalên wî... ba... muzîk... û bi carekê dîmen tarî dibe! Pasolini bi şêwazeke wêrek perdeyê reş dike. Wêrek dibêjim, ji ber ku di filmên ji ezmûna fîlozofiyê dûr de tiştekî bi vî awayî tine ye. Ev tarîtî dor li jiyana me, bawerî û nihêrîna me digire. Em - yên ku li filmê dinihêrin - dikevin qonaxên din, di xakeke tarî de têgihîştineke din li nihêrîna me ya heyî zêde dibe. Di tariyê de dengek bilind dibe, dengekî ku xwe li bin kûrahiya hestên me dixe û zenga dilê me dialêsê;

“Hûnê pirr guhdarî bikin, lê hûnê ji ti tiştî fêhm nekin, hûnê pirr tiştan bibînin, lê hûnê tênegîhijin, ji lewre dilê vê civakê êdî ti tiştî hîs nake, guhên xwe giran kirine û çavên xwe jî miç kirine. Ji bo bi çavên xwe nebînin û bi guhê xwe nebîhizin.”

Dîmen ji tariyê derdikeve careke din em Hezretî Îsa dibînin. Bi dilekî qemitokî wiha diqîrê:

“Xwedêwo! Te çima ez bi tenê hiştim!?”

Ev çi ye gelo? Gazinek... ji baweriyê ketin... hêrs... yan jî li xwe mikur hatin... kîjan e?

Paşê gund, çiya û zinar hildiweşin li ber vê qêrînê. Tevî dîmen û gotinên xwe dawiyeke balkêş. Mirov dilerize li ber vê filmê!

Nostaljiya baweriyê

Pasolini her çend ne yekî bawermend be jî bi gotina wî, ew “hesreta baweriyê dikêşe û bêriya wê dike” ji ber van sedeman li ser Hezretî Îsa û baweriyê filmeke wiha bêhempa çêdike. Bi gotina wî ev fîlm “nostaljiya baweriyê” ye.

Sînema ji bo wî meydana ‘şer’ bû

Pier Paolo Pasolini, piştî temenekî dirêj berê xwe dide sînemayê. Beriya gav biavêje mêrga sînemayê, ew têra xwe bi helbest û wêjeyê re mijûl dibe. Lê dilê wî bi vî awayî rehet nabe û dixwaze hin tixûban xera bike. Ji tixûbên heyî yên sînemayê ne razî ye. Diviyabû ew zend û bendan bade û çend rêzikên sînemayê bibişkivîne, esas wan xera bike, hin rêgezan serobino bike û ji dêvla wan hin rêzikên din ava bike. Sînemayê ev derfet dihewand ji bo wî. 

Piştî ew bi hêza sînemayê dihese, di bin bandora sînemayê de dimîne û dixwaze rêbaza xwe ya vegotinê biguherîne. Ji ber wê, di 40 saliya xwe de cihokên nû vedike di mêrga sînemayê de. Bi gotina wî, “Ew şûrê nû digihîne sînemayê.” Belê sînema jî tenê dîmenên ji rêzê yên ku kêfa me dianîn, nîn bû, sînema ji bo wî meydaneke “şer” bû. Pasolini jî sînemagerekî şerûd bû, di meydana şer (sînema) de kes nikare pişta wî bide erdê! Ji ber van sedeman kesên faşîst di pişt de bi awayekî hovane êiş kirin, lêxistin û ew kuştin. Kuştina wî nîşan dide ku sînema meydaneke şer e. Meydaneke fîlozofîk e. Meydaneke ramanê ye. Meydana hest û helbestê ye.

Dîmenên bi ‘tehlûke’ 
yên mirov diricifînin

Di meydana sînemayê de Pasollini, gerîlayekî xwedî çalakiyên fîtekî ye. Dîmenên wî hemû bi “tehlûke” ne! Ew ji tehlûkeyan hez dike. Ew fîtkerekî di ser xwe re ye û vê yekê bi zanebûn dike. Ew bi raman û cerebeyên fîlozofîk, havênê sînematografiya xwe digire û ji meyandina dîmensaziyê fêhm dike. Hizirîn û ponijîna wî ya sînemayê naşibe ya ti kesî. Ew şûrê xwe ji kalan dikişîne û şêweyên dîtinê yên ku berê di sînemayê de qet nehatine bikaranîn, nîşanê me dide. Ji ber vê yekê kesên dûrî vî tiştî bûn û nedixwestin şêweyên nû yên jiyanê yan jî rastiyan bibînin, di her fersendê de êrişî wî dikirin. Ji ber ku di bin her dîmen û gotinên lehengên wî de fikrek heye ya ku mêjiyê me dileqîne. Mirov li ber sînemaya wî diricife. Jixwe, ew jî dixwaze me biricifîne û naxwaze em bi çavên xilmaş berê xwe bidin dîmen û gotinên wî. Ew ji vê yekê pirr aciz e! Ji lewma me jî bi dîmenên xwe têra xwe aciz dike.

Cirnexweşê sînemayê bû

Pasolini, rewşenbîrekî xwedî helbest û helwêst bû. Ew bi çîrok û nerazîbûnên xwe tovê ramanê direşîne nav zeviyê sînemayê.

Her çend dizanibû ku ew ê bi wî vedin jî wî cirnexweşî dikir û tiliya xwe dixist qula mozeqirtkan. Wî ev yek bi serbilindî dikir, wî ji tehlûkeyan hez dikir û digot, em hemû di tehlûkeyê de ne! Ew wêrek û ronakbîr bû bi qasî sînemaya xwe. Bi qasî dîmenên xwe wêrek û qeşeng bû. Pasolini, xwediyê dîmenên bê kalan bû. Wî şûrê xwe di kalan de venedişart û dîmenên wî şilftazî bûn. Pasolini, sînemagerekî welê bû ku şûr nekarî simbêl û dîmenên wî bibirre!
Pasolini,
“ey di şerran de cirrnexweşê biqasî kurîbeşkan
te çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkan…”**

Ew kesên hov û nezan yên çermê te rakişandin, serê te bi keviran perçiqandin û te li kolaneke teng û bêdeng kuştin, niha ne li meydanê ne, lê îro navê te li meydanê ye. Sînemaya te rê nîşanî mirovan dide û dike ku mirov li ser hin mijaran bihizirin. Îro roj heysiyet û rûmeta sînematografiyê bi rewnaqiya dîmenên te tê meyandin.

Sînemagerê Îtalî Pier Paolo Pasolini, di 2’ê Mijdara 1975’an de li Îtalyayê, li taxa Ostia ya Romayê li kolanekê hate kuştin. Serê wî bi keviran pelixandin û bedana wî şewitandin. 

*P.Paolo Pasolini
**Rênas Jiyan

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.