Filma nû ya Akin li ser Xatar e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Nîsan 2021 - 02:18

Ji bo filma nû ya Fatih Akin havînî dîmen wê bên girtin. Film li ser jiyana rapvanê naskirî yê li Elmanyayê Xatar [Xeter] e.

Navê filmê “Rheingold” e yanî zêrê xwerû, yan jî bi Kurmanciyê “zêrê zer” e. Film wê bi jiyana Rapvanê Ganster Xatar dakeve. Xatar sala 1981’ê bi navê Giwar Hajabi hatiye dinê, ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew piştî hewldana şêlandinê dikeve hepsê û di hepsê de dest bi kariyera xwe ya rapvaniyê dike. Sala 2009’an ew bi navê xwe yê hunermendiyê Xatar navdar bû. Niha ji bilî rapvaniyê bi rêya şirketên xwe yên muzîkê, wî gelek rapvanên nû bi peymanan bi xwe ve girêdane û bûye navê herî mezin ê rapvaniya Elmanyayê. Di filmê de Emilio Sakraya wê rola Xatar bike. Emilio Sakraya hîna nû bi rêzefilma Netflixê “Tribes of Europa” navdar bûbû. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.