Lîstikvanên Filistînî yên ku di filma “Bila Bibe Sibeh” (Let it be morning) de cih girtine ji bo filma wan wek “filma Îsraîlê” hatiye binavkirin, biryar dan ku festîvala Cannesê boykot bikin.

Li gorî nûçeya rojnameya “Jarusalem Post” a ku li Îsraîlê derdikeve, lîstikvanên filma “Bila Bibe Sibeh” ji bo Cannesê nameyek rê kirine û ev rewş anîne ziman.

Ji ber ku derhênerê filmê Îsraîlî ye, festîvala Cannesê film weke “filma Îsraîlê” nîşan daye, lê lîstikvan li hemberî vê yekê ne û vê qebûl nakin.

Lîstikvanên Filistînî di nameyê de dibêjin, “Em pirr kêfxweş in ku dostê me yê Îsraîlî Eran Kolirin derhêneriya filmê kiriye. Ev ji bo me rûmet e. Lê li gel vê yekê, binavkirina ‘filma Îsraîlî’ tiştekî ku em qebûl bikin, nîne. Dewleta Îsraîlê li hember gelê Filistînê tund tevdigere û êriş dike, em li hember vê yekê ne ku ev film bi navê Îsraîlê were naskirin û nirxandin. Bêdengiya li hemberî sûcên Îsraîlê qebûlkirina kirinên rejîma apartheid e.”

Derhênerê Îsraîlî Eran Kolirin jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê facebookê got, ew dixwaze bi lîstikvanan re here festîvala Cannesê lê ji ber ku lîstikvan biryareke bi vî rengî dane, ew jî wê rêzê nîşanî biryara wan bide û tevlî festîvalê nebe.
 

NAVENDA NÛÇEYAN