Fîgûra herî bi tesîr ya alema hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Kanûn 2023 - 00:45

Wênegir û aktivîsta Emerîkî Nan Goldin ji hêla kovara hunerî ya bi navê “ArtReview” ve weke hunermenda herî çalak û bi tesîr a alema hunerî hate neqandin. Navenda kovara “ArtReview” li Londonê ye û lîsteyeke bi navê “ArtReview Power 100” çêkir; Non Goldin di vê lîsteya wê de kesa yekem e.

Non Goldin wênegireke 70 salî ye. Wêneyên ku Non Goldin girtine, ekserî yên serpêhatiyên wê ne. Her wiha bûyerên ku li derûdora wê qewimîne jî bûne mijara fotografên wê. Lê Non Goldin herî zêde bi wêneyên xwe yên li ser LGBTQ+ û krîzên Aidsê tê naskirin. Her wiha koleksiyoneke wê ya bi navê “The Ballad of Sexual Dependency” ya evîndar û biyaniyan ku wê li partî, bar û di wesayitan de girtine jî heye. Ew bi vê koleksiyonê balê dibe ser nifşê salên 1980’yî.

Non Goldin herî zêde li Boston, New York, Berlîn û Meksîkayê wêne girtine. Non Goldin niha li New Yorkê dijî û dixebite.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.