Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) ya îsal 25'ê mehê (Nîsan) dest pê dike û 2’ê Gulanê bi dawî dibe. Festîval cara 14’an tê lidarxistin. Di hefteyeke de gelek filmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
LKFF çîrokên li ser kurdan di vê festîvalê de derdixe pêşberî sînemahezan li Londonê. Ligel nîşandayîna fîlman, panel û gotûbêj jî li dar dikevin.
Hin filmên di bernameya festîvalê de cih digirin ev in;
"Demo ke perê gozan benî zer" (Mehmet Alî Kanor), "Bûka Baranê (Derhêner Husên Hesen Elî), "Morî" (Yakup Tekintangaç), "Hêvî" (Orhan Înce), "Serpêhatiyên Neqewimî" (Derhêner Ramazan Kilinç), "GotûbêJin" (Derhêner Nimet Gatar), "Mala Hîvê "(Hamidreza Maghsoudi), "Ewê çend roj be" (derhêner Abdullah Çeper), "Rojek" (Zayne Akyol) hin fîlmên ku dê di festîvalê de bêne nîşandayîn.
Dîsa hin belgefîlmên festîvalê jî ev in: "Jinwar" (Komîna Fîlm a Rojava), "Zilamê Çiyê" (Derhêner Ehsan Kamarkhan), "Îsmaîlê Me (derhêner Fatih Kanat, Onder Înce), "Dargeçît" (Berke Baş)
NAVENDA NÛÇEYAN