Ferman didome

Yekşem 2 Tebax 2020 - 23:59

  • Rojnamevan Hayrî Kiziler yek ji şahidên Fermana 73'an e. Kiziler, konsepta qirkirinê weke "biryareke siyasî" destnîşan kir û got, “PKK'ê bi berxwedana xwe ew çerxa qirkirinê şikand.”

Kurdên Êzidî ku bi hezaran sal in li xaka Mezopotamyayê dijîn û ji ber ku dev ji ol û çanda xwe bernedane bi dehan caran ferman li wan rabûye, bêbextî li wan hatiye kirin, bûne hedefa êrişên bi armanca qirkirinê û 3'ê Tebaxa 2014'an careke din ferman li wan rabû, fermana 73'an li wan rabû.
3'ê Tebaxa 2014'an, çeteyên hov ên DAÎŞ'ê di sedsala 21'ê de li pêş çavên tevahiya cîhanê bi armanca qirkirinê êriş kirin. Lê ji vê êrişê girantir xiyanet û bêbextiya li Êzidiyan hatibû kirine.
Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe gihandibûn nêzî Şengalê, bi hezaran pêşmerge û hêzên asayîşê yên ser bi Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ên heta hingî bajar kontrol dikirin, bajar terikandin û Êzidî di nava lepên qirkirinê de hiştin.
Ji ber vê xiyanetê jî bi hezaran Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin, piraniya wan jin û zarok bi hezaran hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku 17'ê Cotmeha 2017'an hatin weşandin, di êrişên 3'ê Tebaxê de nêzî 5 hezar mêr ên Êzidî hatin kuştin, serê 100 mêr ên Êzidî hate jêkirin, derdora 7 hezar jin ên Êzidî hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û destdirêjî li hezaran jinên Êzidî hate kirin.

Dema Aşbetalê jî xwe vekişandin
Ev dane agahiyên ji dûr ve ne, lê hin kesan jî ji nêz ve şahidî kirin. Yek ji wan şahidan jî rojnamevan Hayrî Kiziler e. Kiziler da zanîn ku berî fermanê li Şengalê nêzî 450 hezar Kurdên Êzidî hebûne, her wiha li gel wan Şîa û Sûnî jî hebûn. Li bajêr du rêveberiyên ji hêzên hikumeta navendî ya Iraqê û hêzên PDK'ê hebûn.
Kiziler bi bîr dixe ku pêşmerge di dema Aşbetalê 1975an de jî xwe ji Şengaê vekişandine û Êzîdî ji wijdanê Seddam re hiştine. Seddam jî ew ji çiyê daxistine li deştê li bin konan bi cih kirine û ew bê parastin hiştine.

17 hezar pêşmerge vekişiyan
Kiziler piştî ketina Mûsilê dibêje, “9'ê Hezîrana 2014'an piştî ku Mûsil ket, êş û bandora vê yekê li Şengalê jî hate dîtin. Mirov bêçare man. Ji ber ku civakeke azad tune bû, mirov bi temamî bi PDK'ê ve hatibûn girêdan. Dema ku yek li ber radibû hingî maeş nedidanê, birçî dihiştin, li naverastê dihiştin. Piştî ku Mûsil ket, mirovên li wê derê rewşa xwe ji rayedarên PDK'ê yên li wê derê pirsîn. Wan jî bersiv dan mirovan û digotin ku ew amade ne, ew ê wan biparêzin, hêza wan heye, 17 hezar pêşmergeyên wan hene."

Gotin têra qalkirinê nakin
Kiziler paşê qala ketina DAÎŞê ya Tileferê dike, qala hatina Tirkmenên Şîa ya Şengalê dike û heta hatina wê ya Şengalê dike. Kiziler bi bîr dixe ku heta roja dawî jî PDKê ji gel re gotiye ew ê wan biparêzin, lê paşê ji nişkê ve vekişiyane û ne tenê vekişiyan e, sîlehên xelkê ji ber eskerê Iraqê mabûn rakiribûn jî PDKê ew kom kirine û birine. Lewma Kiziler dibêje, hê jî pirsên bêbersiv mane hene. Kiziler qala 12 gerîllayên HPGê dike çawa di hewarê de hatine. PDKê 3 ji wan gerîllayan girtiye. 2 jî li xeta Sinûnê mane. 2 jî li ser rêya Şengalê kemîn danîne û dibêje, ya rastî 7 kesan 200 hezar mirovên berê xwe dan çiyê ji komkujiyeke mezin rizgar kirin. Gelek kes di rê de ji tî û birçîna kiras guhertine. Kiziler ji bo tabloya wê demê dibêje, gotin têrê nake mirov qal bike.
Kiziler di dawiyê de got, berxwedana 7 kesî kir bi hêsanî 17 hezar kesî bixwesta wê bikirana û got: “PKK'ê ew çerxa qirkirinê şikand. Lê konsepta qirkirinê niha li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Başûrê Kurdistanê bi êrişên dagirkeriyê didome."

ERSÎN ÇAKSÛ/ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.