Di werza biharê de Kakeyiyên gundê Hawar, merasîma ‘Mastî Qelatî’ pîroz dikin. Felsefeya vê roja merasîmê jî ew e ku hejarek destê alîkariyê bide hejareke din. Ji bo wekhevî û berfirehkirina jiyana sade û daketina ji xweperestiyê û ber bi jixwehezkirinê ve ku yek ji çar stûnên ola Yarî û Yarsan e.
Her sal, di hefteya sêyem ya meha Nîsanê de, Kakeyiyên Başûrê Kurdistanê li gundê Hawar yê li pişt Çiyayê Şinriwê ji bo merasîma ‘Mastê Qelatê’ yan jî ‘Roja Bexşînê’ kom dibin.
Li gorî çavkaniyên dîrokê yên Kakeyiyan, piştî sala 800’î ya Hicrî rêber û pîrek yê civakî û olî yê Kakeyiyan li gundê Hawar derdikeve. Navê wî Seyd Xamoş e û kurekê wî çêdibe bi navê Mîr Skender. Kakeyiyên gundên Hawar û Dereşîş ew weke rêberê xwe yê olî destnîşan kirine. Dema ku Mîr Skender Koça dawî dike li goristana bin gundê Hawar tê veşartin. Xelkê Kakeyî di salvegera bibîranîna wî de, serdane mezargeha xwe kiriye, mast û nan berhemên şîrê lawiran dane hejaran û dua ji mezinan re kirine.
Beşek ji robarê Sîrwan ji nava gundê Hawar re derbas dibe û zivistanê ava robar zêde bûye. Lewra gundiyan jî nekariye ji avê derbasî aliyl din bibin. Lewra wan li rex dareke kevin a li ber çem a bi navê ‘Qelat’ bibîranîna xwe li dar xistiye. Navê “Mastî Qelatî” ji wir tê.
Merasîma ‘Mastê Qelatê’ wekî merasîma Komsa ya Hewremanê ye. Ew jî di Gulanê de li dar dikeve. Hewremanî di vê merasîmê de xwarinê çêdikin û didin feqîran, ji mezinan re dua dikin. Dibe ku koka van her du merasîmên olî yên Kurdan ji heman çavkaniyê bin.
NAVENDA NÛÇEYAN