‘Şeveke Nejibîrkirî’ li Helebceyê derket ser dikê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 18 Mijdar 2025 - 16:30

  • Li Helebce şanoya binavê “Şeveke Nejibîrkirî” hat leyîstin. Çîroka di leyîstikê de rastiyên tall vedibêje ku berê de heta îro her tim bi gelê me re rûbirû mane. Her wiha behsa wêrekiya jineke şoreşger a Kurd dike ku bi rastiya tal ya tolhildanê re rûbirû dimîne.

Şanoya Xelat Newzad ya bi navê “Şevek Jibîrnekirî” îşev li Peymangeha Hunerên Bedew ya Helebçeyê hate pêşkêşkirin. Hejmarek ji hunermendên şanoyê yên ji Helebçeyê performans pêşkêş kirin.

Serpereştê leyîstika şanoyê a binavê “Şevek Jibîrnekirî” Werzêr Mensûr, ji ajansa me re axivî û got; “Leyîstika ‘Şeveke Nejibîrkirî’ 73 rojin tê provakirin. Em bi komek hunermendên şanoyê yên xwedî ezmûn yên ji Helebçeyê re dixebitin. Berhema me berhema Yekîtiya Hunermendan û Rêveberiya Giştî ya Çand û Hunerê ya Helebçeyê ye.”

Di dewamê de got; “Xebata me li gorî rewşa rastîn a siyasî û psîkolojîk a îro hatiye guncandin. Li gel çîrokên li dora wê, Kurd bi xwe jî, ku di demên berê de di gelek pêşketinên siyasî de derbas bûne, hatine rêxistinkirin. Beşên din yên Kurdistanê jî xwedî ezmûnên bi dîktatorî û zindanên siyasî ne, ku ev yek di leyîstikê de jî xuya dike. Ew çîrokeke rastîne li ser pirsgirêkên heyî yên civakên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelê Kurd. Gelek mijarên din jî hene, ku hemî di lîstikê de têne berçavgirtin.”

Jina bi hêz nîşan dide

Her wisa got; “Li gorî pirsgirêkên berê, jin wekî qurbanî hatine hilbijartin. Lê di vê lîstikê de, ew hêz û şiyana jinan nîşan dide ku ji rastiya tal tolhildanê bistînin. Wekî din, leyîstik li ser mijara femînîzm û cudakariya zayendî dixebite. Karakterê di leyîstikê de, hem di warê hunerî de û hem jî di mijara çîrokê de di lîstikê de roleke mezin di nîşandana rola jinan de dileyîze.” Yek jî leyîstikvanên şanoyê Sozyar Hemîd jî derbarê mijarê de axivî û got; “Me ev leyîstik ji nivîsek cîhanî wergirtiye û li gorî rewşa Kurdistanê hatiye guncandin. Me hewl da ku pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin ronî bikin. Wekî din, jin di leyîstikê de wekî mezin têne dîtin. Ji ber ku di civaka Kurdan de, jin bi awayekî cuda hatine dîtin û karakterê wan hatiye kêmkirin. Lêbelê, di vê lîstikê de jin wekî dirêj û bihêz têne nîşandan.”

ROJNEWS/HELEBCE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.