
- Penîrê bisîrik ê Wanê ku her diçe hilberîna wî kêm dibe, fiyetê wî jî zêde dibe. Penîrê bisîrik ku par kiloya wî bi 350-450 TL'yî bû îsal bûye 700 TL.
Penîrê bisîrik ê Wanê, ji ber kêmbûna heywanan û zêdebûna lêçûnan wekî berê nayê hilberandin. Ji ber kêmbûna hilberandinê fiyetê wî jî her diçe biha dibe. Fiyetê penêrê bisîrik niha di navbera 500-700 TL'yî de ye. Dikandarên Çarşiya Penêrfiroşan, destnîşan kirin ku ji ber gund vala dibin û mirov heywanan xwedî nakin, çêkirina penr jî kêm dibe.
Dikandar Hasan Kayhan diyar kir ku her çend penîrê Wanê yê bi navûdeng, hêdî hêdî kêm dibe. Hasan Kayhan got: "Em penîrê bisîrik dişînin derveyî welêt jî. Lêbelê, ji ber kêmbûna hilberînê û daxwaza nehevseng, biha zêde dibin. Ji ber hilberîn kêm bûye, em nikarin hemû daxwazan pêk bînin. Yek ji faktorên herî girîng ên ku îsal bandorê li me dike nexweşiya Tebekê ye (nexweşiyeke vîrusî ye ku dikare di hemû ajalên kedî û kovî de peyda bibe). Hilberîn ji ber vê nexweşiyê pir kêm bûye. Par, me qalibel penîr bi 450 lîreyî dikirî, lê îsal em di navbera 500 û 550 lîreyî de dikirin. Zêdebûna bihayê penîr, digel zêdebûna enflasyonê, normal e. Wekî din, ji ber nebûna baran û berfê, me di peydakirina giyayên ku di penîr de tên bikaranîn de jî zehmetî kişand. Ev hemû faktor dibin sedema zêdebûna bihayê."
Baver Nar anî ziman ku ew tenê penîrê kubîkî yê ku demeke dirêj di bin erdê de hatiye veşartyin difiroşe û got: "Îsal penîr herî kêm bi 600 heta 700 lîreyî tê firotin. Ji ber ku biha pir zêde ye, mirov nikarin bikirin. Ev rewş hem bandorê li me dike û hem jî li welatiyan dike. Em di warê aborî de zehmetiyan dikişînin. Em penîr ji gund dikirin, lê mixabin, em nikarin li vir bifiroşin. Malbatên ku berê 80-90 kîlo penîr dikirin, niha di navbera 10 û 20 kîloyan de dikirin." MA/WAN
* * *
Polîsan bi ser pêşengeha TJA’yê de girtin
Polîsan li Wanê bi ser pêşengeha wêneyan a “Jinên ku jiyan tevli dîrokê kirine” de girt û dest danîn ser wêneyan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Kolana Hunerê ya Wanê pêşengeha wêneyan a “Jinên ku jiyan tevli dîrokê kirine” vekir. Polîsan şeva duşemê bi ser pêşengehê de girtin û wêneyên jinên ku pêşengiya têkoşîna azadiyê kirine desteser kirin. Polîsan di serdegirtina pêşengehê de wêneyên Sakine Cansiz, Evin Goyî, Cihan Bilgin, Gulistan Tara, Nagihan Akarsel, Hêro Bahaddin û Hevrin Xelef desteser kirin.
TJA, ji bo êrîşa polîsan şermezar bike li pêş Galeriya Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. NAVENDA NÛÇEYAN







