• Ava tî ya Ahmedê Bilokî yek helbest e. Yeke tenê… Nizanim, belkî ezamet be, hoste û pisporê ezametê çêtir pê dizanin.

Ava tî ya Ahmedê Bilokî yek helbest e. Yeke tenê… Nizanim, belkî ezamet be, hoste û pisporê ezametê çêtir pê dizanin. Lê ew nekete ber şabaşên ‘ezamet e’, tevî ku sala 2018’an derçû, hîna nû min derba xwe li xwendina wê anî. Nivîskar ji gundê Biloka yê ser bi Qosera Mêrdînê ye. Sala 1993’yan bi birîndarî dîl tê girtin û ji hingê ve di heps û zindanên dagirkerê Kurdistanê dewleta Tirk de ye. Ev berhema duyê ya Ahmedê Bilokî ye. Wî beriya vê romana Pepûla Azadiyê nivîsîbû û ji Weşanên J&J derketibû. Di vê berhema xwe ya helbestê de Ahmedê Bilokî temamê helbesta ji rûpelê 13’ê heta rûpelê 104’ê yê kitêbê bi herfên piçûk nivîsiye, tenê di dawiya kitibê de em tîpên mezin dibînin:

ger careke din av 
TÎ BIBE
û em careke din bibin
TÎWARÊN TE… (r.104)

Ev tîwar, ne yekane cih e ku em ê kêliyekê bisekinin gava em vê helbesta ava tî bixwînin, ma ‘kobanîstan’ (cara pêşî r.17) ma ‘azadîstan’ (r.47) ne ji wan peyvan in ku bi qasî çend ristan bi carekê di îmajekê de bi cih dikin? 

Ahmedê Bilokî ji bo helbesta xwe, terza jimartinê ji bo xurtkirina îfadeyê ji xwe re kiriye hîmekî qehîm. Ev jimartin, ev danaserhev ne çawalêhato ye, li devereke çîrokê ye û çîrokê bi nav dike, heta nav bi xwe jî bi çîrok dibe:

hin hene miştenûr in
serzorî ne
jin hene navê wan; 
arîn in
hebûn in
meryem in
nêrgiz in
viyan in
qeder in
bêrîvan in
revana ne
nefel in
arjîn in
…
ronahî ne
jin hene 
sûr in hilnaweşin (r.86-87)

Ava tî jî di destpêkê de xwe her dixe çavê mirov, lê ne bela sedem e, ji bo ku Ahmedê Biloka yan jî ez (kesê dixwîne) qenc yeqîn bike, av tî dibe, ava tî heye: di rûpelê yekê yê helbestê de (r.13) de çar caran ava tî dinivîse û pênc caran jî dibêje, av jî tî dibe, di rûpelê piştre de jî çar caran ava tî dinivîse û sê caran jî dibêje av jî tî dibe. Lê herî zêde av li ‘cizîrî pir tî dibe’ (16).

Belkî lomeyeke piçkok jê bikim, ji ber ku navê medûsa hildaye (19) lê navê çilkeziyê hilnedaye, nizanim çima wê kêliyê ji hedê xwe bihurîm û min ji wî nivîskar û şairê dîl xwest, çilkeziyê jî di helbesta xwe de bi cih bike.

Qismê li ser Şengalê, behsa ‘radestkirina şengalê jî dike’ û behsa heftan û qehremanan. Lê ew herî baş êşê dinuhirîne:

pitikên ji pêsîran xwîn 
dimêtin li bin şewqa stêrkên 
gelawêjê dinaliyan
û êşa heftê û çar fermanan
jana kûr a ji ber tenêhiştinê
xêrnexwaziya ji vê sedsalê maye
reşgirêdana jinên ku li qeraxê
kendalên şengalê dunûhirandin
zarokên li binê kendalan
qîrînên dengvedayî yên reştariyan (r.63)

Helbest ka qels e yan na, bila kî bixwîne bi xwe biryarê bide. Lê li vir çend tiştên kitêbê qels dikin, ez ê ji bîr nekim. Yek jê bikaranîna hin formên weke dorpêç (r.23) e di ziman de ev form hişk û zêde manedar jî nîne; li şûna wê rêgirî, dorlêgirtin awayên nermtir û manedartir in. Yan jî bikaranîna formên weke ‘rapêç dike’ (r.23) ye ku gelekî di nava zimanekî wekî din rewan de fîq xuya dikin. Ma gelo li helbestê tiştek zêde yan jî kê dike ev form? Ez nizanim, lê minê her bigota, ‘radipêçe’.

Wekî din jî mirov dikare behsa qelsiya edîtor û redaktor bike ku gelek caran lihevnekirina kirde û lêkerê di nava vê helbestê de hiştine. Weke di rista ‘fikrên me tazî ye’ (r.53) de.

Axir di kitêbê çîroka helbestê û ka çawa hatiye ber destê Mehmet Degermenci weke pêşgotin hatiye bicihkirin. Bi ya min ev pêşgotin diviyabû ne di kitêbê de lê li derveyî wê bûya, weke meqaleyeke li ser şair û şiira wî.

Bi her halî, ez ne pisporê ‘ezametê’ me lê dizanim ezamet heye û ezamet heye. Her ezamet nakeve ber şabaşên ‘ezamet e’. 

* ava tî, Ahmedê Bilokî, Weşanên Aryen, Enqere 2018. 104 rûpel.