Ewrûpa wê petrolê jî ji Rûsan nekire

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 24 Gulan 2022 - 21:33

  • Wezîrê Aboriyê yê Elmanyayê Robert Habeck got, Yekîtiya Ewrûpayê dibe ku di nava çend rojan de ambargoyê deyne ser petrola Rûsyayê.

Wezîrê Aboriyê yê Elmanyayê Robert Habeck got, Yekîtiya Ewrûpayê dibe ku di nava çend rojan de ambargoyê deyne ser petrola Rûsyayê.

Welatên Ewrûpayê ragihandibûn ku ji meha Tebaxê û pê ve ew ê dest ji kirrîna komira Rûs berdin.

Vê carê jî ambargoya li ser petrola Rûs di rojevê de ye. Wezîrê Aboriyê yê Elman Robert Habeck got, ambargoyeke muhtemel a Ewrûpayê dibe ku di nava 'çend rojan' de pêk were.

Habeck ji kanala televîzyonê ya cemaweriyê ZDF´ê re axivî û got, "Di serî de Macaristan, tenê çend dewlet man ku pirsgirêkê derdixin.”

Habeck anî ziman ku nîqaş dewam dikin û got, "Bi dîtina min, di nava çend rojan de em ê gavekê biavêjin."

Nîqaş tê kirin ku ambargoya li ser petrola Rûs, heta dawiya salê bi cih bê anîn.

Robert Habeck got, ambargoya li ser petrolê kêm maye bê ragihandin û Ewrûpa jî divê bi yekdengî biryarê li ser pêkanînan bide.

Tê payîn ku Yekîtiya Ewrûpayê di nava şeş mehên bê de kirrîna petrola Rûs a xav bisekinîne, heta sala 2023’an jî kirrîna berhemên parizinandî jî bisekinîne.

Lê belê Macaristan, bi hinceta ku di mijara peydakirinê de ewlehî kêm e, paketa pêkanînan a şeşemîn a Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ûrsûla von der Leyen pêşniyaz dike, red dike.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.