- KJAR: Wekî ku şehîd Nesrîn Qadîrî jî got, ´Azadî êdî ji qefesê derket!´ Jîna hemû, êdî meşeleyên azadiyê ne. Pewîst e em bi hêza xwe hemûyî xwedî li van derkevin.
Koordînasyona KJARʹê têkildarî xwepêşandana piştî qetilkirina Jîna Amînî ya bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir, daxuyaniyek da. Wê ev raperîn weke şoreşa jinê bi nav kir û proje pêşniyaza xwe ya ji 10 xisûsan eşkere kir.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê proje pêşniyazên xwe yên derbarê şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Amînî bi destê ‘polêsên exlaqî’, eşkere kir.
KJAR’ê di daxuyaniya xwe de got, “Em 25’ê Mijaderê pêşwazî dikin. Roja li dijî tund û tujiya beramberî jinê, tekoşînê. Vê rojê, em bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî dikin. Jinên cîhanê li derdora vê dirûşmê bûne perjîn û nêzî hev bûne. Ev bûyer, kela canê me bilind dikin û hêviyê ava dikin. Bi taybetî berxwedan û tekoşîna ku li Rojhilatê Kurdisatan û Îranê bi pêş dikeve, sirra berxwedana jin û civakê ye, sembola jiyan û nasmaya azadiyê ye.”
Jin jiyan azadî dinyayê azad dike
KJAR´ê got, li Rojhilatê Kurdistan, bi pêşengiya jinan pêvajoyeke serhildanên jinan heye û wiha dewam kir: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Di sedsala 21’ê de, em ê bi şoreşa jinê, jiyana azad ava bikin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, êdî ji bo Îraneke demokratîk, Îraneke nû wê çawa be, pêwîst e vê carê hêzên hegomonîk biryarê nedin, jin û civak biryarê bidin. Ya ku cîhan bi qêrîna ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ber bi guhertinan û azadiyê ve dibe, em in. Em dibêjin ku, jin hêza şoreşê, ya vê sedsalê ne.”
KJAR´ê got, helwêst û berxwedaniya jinê li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê civak kiriye yek û wiha dewam kir: “Di heman demê de, ya ku rejîm ji kokê ve hejand, bigewdebûna xeta konfedralîzmê ya jinan bû. Di vê pêvajoya serhildanê de, nêzî 400 welatparêzên me şehîd bûn.”
Jin wê biryarên xwe bidin
KJAR´ê li ser îradebûna jinan jî got, “Heta roja me ya îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji ber mecbûriyeta hîcabê, jin di hêla civakî û derûnî de hatiye tepisandin û bi qanûnên şerîetê hatine qetilkirin. Em dibêjin, derheqê jinan de, pêwîst e bi tenê jin xwedî biryar bin. Ev mafê herî bingehîn ê mirovî ye. Di vê pêvajoya serhildanan de, bi hezaran mirovên me ji milê hêzên teybet yên Îranê ve hatin girtin. Zêdetirî dehezar mirovî niha girtî ne. Îran wê bi hêza jinan bê azadkirin.”
KJAR´ê ji bo helwêsta xwe ya beramberî Şoreşa Jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê jî got, “em dibêjin, ´Bi Rêxistin kirina Neteweya Demokratîk, em jiyana azad ava bikin´. Serhildanên ku ev du meh in bi rê ve diçin, her roj zêdetir bi reng dibe û beyî ku ji heybeta xwe tiştekî kêm bike, dewam dike û ji azadiyê gav paş de navêj e. Di nav hêrsek mezin de ye. Ev hêrs lêpirsîner e, şoreşger e. Li hemberî serdema zilam a mehşerî, hesabxwesinek e.”
Komîte şert in
KJAR´ê wiha îşaret bi heyatîbûna xwebirêxistina şoreşgerî kir: “Ji bo pergala xwe ya demokratîk pêk bîne, her jina ku di nav van serhildanan de cih digire, şagirtên zankoyan û dibistanên ku ji vê pêvajoyê re pêşengî dikin. Jinên Kurd, Belûc, Fars, Ereb, Mazenî, Ermenî, pêwîst e herî kêm di nav komîteyekê yan jî komînekê de cihê xwe bigire.
Heta ku di hemû qadên jiyanê de guhertinek demokratîk pêk neyê, jin wê serhildanên xwe bilindtir bikin. Wekî ku şehîd Nesrîn Qadîrî jî got, ´Azadî êdî ji qefesê derket!´ Jîna hemû, êdî meşeleyên azadiyê ne. Pewîst e em bi hêza xwe hemûyî xwedî li van derkevin.
Jinên cîhanê li jêr diruşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ hatin gel hev. Em dibêjin; ‘Em yek in, hene û ya xwe ne, ji bo azadiyê li qada ne!’
20 Mijdarê bi yekdengî
Di roja Jîna ya cîhanî de, bangewaziya me ji bo jinên cîhanê ye: Di 20’ê Mijdarê de, di şexsê Jîna Amînî de, jinên ku li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê hatin qetilkirin, ji bo van şehîdan di qadan de em dengê xwe bighînin hev. Ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, wê rojê em derkevin qadan. Em nêzî azadiyê ne, ber bi wê ve dimeşin. Ji ber vê yekê jî, em dibêjin em hêza xwe bighînin hev.”
Deh xisûsên projeyê
KJAR´ê di vê çarçoveyê de deh xisûsên projeya xwe yapêşniyazan eşkere kirin: “Avakirin û bipêşxistina xwerêvebirina demokratîk, îhtîmala şoreşa civakê ye. Li ser vî bingehî, em wek KJAR, piroje û pêşniyara xwe ya ji bo bi rêvebirin û parastina şoreşa jinê, di 10 xalan de pêşkeşî jin, ciwan û tevahî civakê dikin. Xwe di pêşxistin û piratîzekirina van xalan da berpirsyar dibînin.”
1- Azadiya Zeyneb Celaliyan, jinên girtî yên siyasî û azadiya girtiyên siyasî wê esasê tekoşîna me be, li ser vî esasî em ê tekoşîna xwe bilind bikin.
2- Li hemberî pergala parçeger, kujer a ku dijminahiyê dixe nav gelan, tevahiya netewe û mozayîkên çandî yên li Îranê, pêwîst e ji bo bihevrebûn û xwebirêvebirineke demokratîk bi pêşengiya jinan komîteyên pêywendî û tifaqên demokratîk ava bikin.
3- Bi zanebûna, parastina cewherî ku mafek bingehîn yê her mirovekiye jin, gel û ciwan xwe bi rêxistin bikin, dikarin seknê xwe yê serhildanan mayînde bikin. Hîç taxek bê komîte yan jî bê yekîne nabe. Gelê me cezayên Pêwîste wê bide qatil, sîxûr, tecavuzkar, êşkencekar û erkdarên besîcê.
4- Gelê me di bin navê komîteya dadê de pergala xwe ya dadê ava bike û pergala dadê ya rejîmê red bike.
5- Hunermend, werzîşvan, mamoste, karker, bijîşk û aktîvîstên ekolojiyê pêwîst e encumen û komîteyên xwe ava bikin. Jin jî pêwîst e paralelê wê, komîteyên xwe yên xweser jî ava bikin.
6- Mamoste, ronakbîr, akademîsyen, xwendewan bi rêxistinkirina komîteyan perwerdeya azad û demokratîk ava bikin. Her mal, kolan û tax weke dibistan û akademiyekê bi rêxistin bikin.
7- Jinên Rojhhilatê Kurdistan û Îranê li her derê bi komîn, yekîne û şurayên gund û bajaran ava kirinê, derheqê siberojê xwe de, xwe rêxistinkirinê, dikarin azadiya xwe pêkan bikin.
8- Her malbat pêwîst e ji bo xurtkirina tevahiya komîteyan bi roleke sereke rabe.
9- Pêwîst e di xweseriya ol, bawerî û çandê de komîte bên avakirin.
10- Komîteya piştgiriya civaka şoreşgerî divê bê avakirin.
KJAR´ê di dawiyê de jî bal bire ser giringiya parastina şoreşê û got, “Em di vê pêvajoyê şoreşê de bibin yek, xwe bi rêxistin bikin, û bi têkoşîneke bilind xwe azad bikin. Dem dema parastina Şoreşê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN