Ev ‘hunerên bedew’ çi ne?

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Mijdar 2022 - 06:15

  • Têgeha hunerên bedew bi lêgerîna hunermend ve ya di warê hunerî de girêdayî ye, ev lêgerîneke bê berjewendî û xwerû ye. Armanca vê lêgerînê ew e ku di warê entelektuelî de encamekê bidest bixe û bi hin pîvanên estetîkê tevbigere da ku berhem resentir û tekane be. 

XASÊ CÛNÊ

 

Me gelekan peyva “hunerên bedew” bihîstiye, nexasim jî dema em diçin pêşangeh û li muzeyan digerin. Her wiha kesên bi huner re mijûl in jî gelek caran vê peyvê dibihîzin û her wiha bi kar tînin. Jixwe, nîqaşa li ser “hunerên bedew” jî ji mêj ve ye heye û pirsa “tişta ku hunerekî bedew dike çi ye?” hatiye pirsîn. Yanî “hunerên bedew” û yên “ne bedew” çawa ji hev tên veqetandin? Yan jî ev “hunerên bedew” bi destê kê û çawa tên diyarkirin yan jî hatine diyarkirin. Esas, ev têgeh ne ku hunerên din “kirêt” yan jî “ne bedew” nîşan bide, hatiye gotin. Ev têgeh estetîk û afirîneriya resen a hunermend diyar dike, hinek bi vê xemê hatiye gotin. Nexasim jî ji bo berhemên hunermendan yên ku ew bi xemeke entelektuelî ango ronakbîrî çêdikin, tê bikaranîn. Yanî dema hunermendekî berhemek afirand, divê bi xemeke ku ew van berhemên xwe bifiroşe, çêneke û bi hişmendiyeke bazirganiyê tevnegere! Ev têgeh ji lewma ramîn û ponijîna hunermend a li ser berhemekê jî îfade dike.

 

Lêgerîneke dûrî ‘hunerên dekoratîf’

Yanî em dikarin bibêjin, ev têgeh bi lêgerîna hunermend a di warê hunerî ve girêdayî ye, ev lêgerîneke bê berjewendî û xwerû ye. Armanca vê lêgerînê ew e ku di warê entelektuelî de encamekê bidest bixe û bi hin pîvanên estetîkê tevbigere da ku berhem resentir û tekane be. Ji lewma jî dema “hunerên bedew” tê gotin, ew ti carî îşaret bi “hunerên dekoratîf” nake. Yan jî ew dûre ji wan tiştan yên ku hatine kopyakirin û bi awayekî fabrikasyonê hatine zêdekirin. Ji ber van sedeman jî ev têgeh ji “pîşekarî”yê vediqete û hêlên estetîkeke ku hunermendekî afirandiye, estetîkeke xwerû û resen îfade dike. 

Îlhameke ji hostetiyê wêdetir e

Têgeha “hunerên bedew” destpêkê ji bo resman, xasma jî bo resmên serdema ronesansê hatine bikaranîn, lê bi demê re ji bo peyker, mîmarî, muzîk, wêje, helbest û hunerên dîtbarî yên weke fotograf û sînemayê jî hatiye bikaranîn. Ev têgeh cara ewilî di sedsala 18’an de li Fransayê weke peyva “beaux arts” derdikeve pêş û ji bo resm û peykeran tê bikaranîn. Bi vî awayî hin hunerên populer yên ku hostetî dixwazin lê afirîneriyeke zêde hewce nake, weke “hunerên bedew” nanirxînin. Têgeha “hunerên bedew” zêdetir bi îlhamê ve girêdayî ye û afirîneriyeke taybet a ji hostetiyê wêdetir tîne ziman. Maneya vê yekê ne ew e ku hosteyên wê demê bê kêr in; na ew jî têra xwe zane û afirîner in. Lê berhemên ku çêdikirin, li gorî qalibekî û ji bo xelk wan bi kar bîne û jê feyde bigire, çêdikirin. Lê ji bo berhemên “hunerên bedew”, ev tişt ne guncaw bû. Wan bi armanceke wiha berhemên xwe çenedikirin, ti berjewendiyek di kare wan de tine bû û ew li benda tiştekî wiha jî nîn bûn. Bi kurtasî tegeha “hunerên bedew” nexasim jî peyva “bedew” ji bo xweşikiya berheman nehatiye bikaranîn, xaye ji vê yekê ew e ku bi vê peyvê têkiliya di navbera estetîk û disiplîneke hunerî de were diyarkirin. Yanî hinekî jî bi vê armancê ev peyv hatiye bikaranîn.

‘Ez kêngî bixwazim!’

Ji lewma dema ev têgeh tê bikaranîn, bêhtir tabloyên dema ronesansê û peykerên wê heyamê tên bîra me. Mînak, peykerê Michelangelo yê bi navê “Dawid” , tabloya Leonardo da Vinci ya bi navê “The Mona Lisa”, tabloya Edvard Munch ya bi navê “The Scream” û gelek berhemên hunermendên din ên di vî warî de meriv dikare weke nimûne nîşan bide. Ji bo ku ev têgeh baştir were fêhmkirin jî serboriyeke Michelangelo ya wiha heye; dema ew li ser dêrê resman xêz dike, bi îlhamekê û bi dilê xwe xêz dike. Yanî ji bo kar bigihîne qet ecele nake. Ji ber ku kar dirêj dikişîne, Papa hêrs dibe û tê ji Michelangelo dipirse, “Tu wê çi wextî vî karî bi dawî bikî?” Li ser vê yekê ew jî wiha lê vedigerîne, “Ez kêngî bixwazim!” Pişt re jî Papa hêrs dibe û lê gefan dixwe û dêrê diterikîne. 

Ji lewma ev meseleya “Ez kengî bixwazim”, giring e û ji bo ev mesele were fêhmkirin, nimûneyeke baş e.

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.