Eşq û êşên Kurdistanê di "dîwana şermê" de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Hezîran 2022 - 22:00

  • Helbestên erd Agron hemû hestên civakî ne carna li ber guhê heqîqetê dike qîr û gazin, dibe qêrînên sed salan, carna bûyereke rasteqîn dide ber çavên me.

DEWRÊŞ ELÎ

Hin berhemên wêjeya berxwedanê hene ku hêj negihîştine ber destê min, ez kelecanî li benda wan im. "dîwana şermê" yek ji wan berheman bû ku gava min dît derketiye, kela canê min rabû. erd Agron piştî "dîwana hestiyan" ez biribûm dol û newalên Kurdistanê.

Helbestên wî hemû janeke giran li hestên min bar dikirin. "dîwana hestiyan" ne dûrî civakê bû; wexta em li derdora xwe dinêrin, her malbateke dûr yan nêzikî me bavek yan dayîkek heye ku li  hestîyên zarokên xwe digere. Ez di nava malbatekê de ku her roj behsa hestiyên winda dike, mezin bûm. Ji ber vê yekê dîwana hestiyan pirr bandor li ser min kiribû. erd Agron vê carê jî bi berhema xwe ya bi navê "dîwana şermê" derket pêşberî xwendevanên xwe. 

Berî ku ez behsa helbestên dîwana şermê bikim dixwazim piçekî behsa pêşgotina wê berhemê bikim. Li gorî min pêşgotin manîfestoya nîqaşên derheqê wêjeya zindanan de ye.

‘Wêjeya Zindanan” navlêkirinek şaş e

erd Agron dibêje "navlêkirineke wek wêjeya zindanan lê hatiye kirin. Ev navlêkirin ji bin serê kê derketiye, bi çi armancê hatiye gotin, ji vê qest çi ye em nizanin, lê bi çi niyetê hatibe kirin jî ev navlêkirineke şaş e." Helbestvan vê tîne ser vê yekê ku ev nîqaşên berê di wêjeya Tirkî de hatine kirin, transferî wêjeya Kurdî têne kirin. Nivîskar xwe çiqas digihîne dilê çiyê, dilê tekoşînê, dilê civakê, ev giring e.

Helbestvan behsa "ekola ji nûve înşayê" dike û pîvanên wê tînê berçav, rastî û heqîqeta civakê derdixîne holê. Kurt û Kurmancî behsa vê ekolê dike û ez bawer dikim ku ev pêşgotin nîqaşên li ser vê yekê dibe xala dawiye: "Ez bixwe 'wêjeya zindanê' zêde watedar nabînim. Erê zindanî karê wêjeyê dikin, lê ev nabe wêjeya zindanê. Ji ber ku kes ji me tenê bi hestên zindanê nanivîse. Paşeroja me ji me re wekî ronkahiyekê ye. Alegoriya şikeftê ya Platon heye. Zindan jî dişibe wê. Her tişt ji derva ve dikeve hundir. Pergal çi bixwaze wê şanî te dide.

Televîzyon bi wan ve girêdayî ne. Ew kîjan kanalê bixwazin, em dikarin li wan temaşe bikin. Ew kîjan rojnameyê bixwazin, em dikarin wan rojnameyan bixwînin. Ew kîjan muzîkê bixwazin, em dikarin li wan muzîkan guhdarî bikin. Radyoyên me kom kirin, filan bêvan. Lê paşeroja me, bîranînên me, rastiyên me yên subjektîf didin pêşiya me. Ew dibin ronkahî ji me re. Bi rêya wan em zanin ku rastî ne wisa ye. Em jî li ser wê rastiyê xwe îfade bikin. Li ser wê rastiyê em dixwazin xwe tevlî nava civakê bikin. Em nahêlin di navbera me û civakê de qutbûyîn çêbe, mesafe têkeve navbera me. Daxwaza me, gihandina civakê ye. Zindan li ber dilê min cihekî derveyî mekan, derveyî zeman e.

Zemanê esasî li vê derê ne lê ye. Kî ji me çend salî ketibe zindanê, hê jî xwe wisa hîs dike. Ez bîst salî ketim zindanê, niha jî xwe bîst salî hîs dikim. Halbûkî temenê min ji çilî derbas bû." 

Sêdarên piştî têkçûnên serhildanan

Helbestên erd Agron hemû hêstên civakî ne, carna li ber guhê heqîqetê dike qîr û gazin, dibe qêrînên sed salan, carna bûyereke rasteqîn dide ber çavên me. Pirtûk ji 104 rûpel û şeş beşan pêk tê. Hinek helbestên kurt û hinek helbestên dirêj in. 53 helbestên kûr bi hunereke sivik û berz xwe didin xwendin. Di xeleka ewil de helbestvan behsa sêdarê dike. Dîroka Kurdistanê, heman demê dîroka serhildan û berxwedanan e. Gava em li çar aliyên welêt dinêrin gelek rêber û şoreşgerên Kurdistanê piştî têkçûna serhildanan hatine bidarvekirin: 

"ber bi sêdarê ve dimeşiya
çiyayekî bilind bi berfa heta ser sînga xwe
erd dihejiya
li ser rûyê wî du hendefên bilind
du bîrên bêbinî"

‘fêkiyên sêdaran gihîştine’
Helbestvan bi awayekî sivik behsa sêdarê dike û cangoriyên sêdarê dişibîne fêkiyan. 
"fêkiyên sêdaran gihîştine 
tên quraftin
û dibin tovê jiyana nû 
di bin axa ziwa
ya şengal û kobanê de
zarokên serê singuyan
dibişirin
ji azadiyê re
bi xeberdan ketine êdî…
û 
qesîdeyan dibêjin…"

Wesiyetnameya derwêşekî

Helbestvan êşa kurdayetiyê bi rêzikên xwe bi bîr tîne. 48 cangoriyên doza azadiyê yên bêgor û bêkêl, tîne bîra me û hîn ji sêdarê ne hatine daxistin. Şêx Seîd, Dr. Fuat, Berxo Bavê Tûjo û yên din. Nevîyên wan îro li her çar alîyên welat doza wan dişopînin.  

erd Agron di helbestên xwe hemûyan de dikeve nava bîr û baweriyên xurt, hizra xwe dide bûyerên sedsala dawî. Helbestên wî weke kanî û rûbarên Kurdistanê di nava dilê mirov de diherikin. Carna sîpel û şilqeyên wan rûbara me dikêşe nava xwe, hest û xwestekên me tîne bîra me, carna jî dibe xime ximeke hênik û mirov mest dike. Em dikarin bibêjin, di helbestên wî hemûyan de tenê eşq, êş û hevrêyên welêt û gel hene. 

Helbesta 'wesiyetname' xwe weke wesiyeteke derwêşekî dide xwendin. Wesiyeta derwêşekî dildarê helbest, erd û xwezaya Kurdistanê:

"ti wesayetan li pey xwe nahêlim
ne mal, ne milk
çend helbestên ku ew ê bê min nikarin bijîn
çend lênûskên vala
û çend pênûsên kevn...
kî bixwaze bila ji wan re bin..."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.