Esas berxwedan e 

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 04:03

  • Aldar Xelîl: Em ne bi çavê Rûsya û Emerîkayê, bi çavên xwe li şer dinêrin. Lê ew rastiyê baş dizanin. Dizanin ku pergala herî bi rêxistinkirî ya me ye. Lê derdê wan ji bo welatê wan e. Ji bo me tişta esas berxwedana me ye. 

NAZIM DAŞTAN
MA/QAMIŞLO
    
Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl got, "Ji bo ku xwe ji krîza tê de xelas bike Tirkiye li pey dagirkirineke nû ye. Ji bo me tişta esas berxwedana me ye." Aldar Xelîl, li ser gefên Tirkiyê, ajandayên siyasî yên nû yên Emerîka û Rûsyayê, danûstandinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de û xebatên yekîtiyê bi ENKS'ê re axivî. Aldar Xelîl got, Tirkiye êriş bike jî neke jî di nav şerekî de ne: "Rojane gund û bajarên me tên bombebarankirin. Gefên dawîn ji bo bilindkirina asta şer e. Li dijî van êrişan pergala ku ji aliyê gelan ve hatiye avakirin, li ser piyê xwe ye û weke navnîşana çareseriyê disekine. Beriya sed saliya Lozanê dixwazin biserkevin."
 
Em bi çavê xwe li şer dinêrin

Di dewamê de Aldar Xelîl ev nirxandin kir: "Em xwe nexapînin, dewletên mezin destketiyan esas digirin. Di navbera me û Emerîkayê de dibe ku hin têkiliyên demkî hebin. Lê hesabên wan hene. Me ji bo azadiya xwe dest bi têkoşînê kir. Rojeva Emerîka û Rûsyayê ji hev cuda ne. Em ne bi çavê wan, bi çavên xwe li şer dinêrin. Lê ew rastiyê baş dizanin. Dizanin ku pergala herî bi rêxistinkirî ya me ye. Lê derdê wan ji bo welatê wan e. Ji bo me tişta esas berxwedana me ye. Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin û Kurd û gelên din bi awayekî azad lê bijîn. Navnîşan Şam e. Lê heke ji bo çareseriyê gavekê biavêjin, wê Tirkiyeyê li dijî xwe bibînin. Tirkiye destûrê nade ji bo çareseriyê gavê biavêje. Divê Rejîm vê zanibe; çareserî bi Tirkiyeyê re nîne. Çareserî bi kesên xwedî projeya demokratîk re ye.

Cenevre li ber çavan e. Hêzên li ser masê heta îro li ser hevokekê jî li hev nekirine. Sedema lihevnekirinê jî alîgiriya Tirkiyeyê ye. Tirkiye çareseriyê naxwaze. Em nêrinên xwe ji hev re radigihînin. Bi taybetî bi navbeynkariya Rûsyayê em dixwazin hin tiştan çareser bikin. Rejîm êdî pê dihise ku qels bûye. Ji bilî Rêveberiya Xweser ne yekparebûna Sûriyeyê û ne jî çareserî bi pêş dikeve. Lê hê vîna çareseriyê jî tine ye. Pirsgirêkeke bi dehan salan didome bi peyaman nayê çareserkirin. Em hê bi hûrgiliyan daneketine. Em ji Rejîmê dipirsin ka hûn ji bo çareseriyê amade ne ku bi Rêveberiya Xweser re li ser masê rûnin?; ji Rêveberiya Xweser jî dipirsin ka hûn ji bo çareseriyê amade ne ku ji bo yekparebûna Sûriyeyê li ser vê masê rûnin? Her du alî jî fikarên xwe dibêjin."
 
Têkiliyên bi Rûsyayê re dewam dikin

Aldar Xelîl li ser têkiliyên bi Rûsyayê re jî got, "Em bi Rûsyayê re di nav têkiliyan de ne û em dixwazin bibin navbeynkar. Bila nebine alî, ne ji me re ne jî ji Rejîmê re. Bila bêyî alî nêrînên me nêzî hev bikin. Di vî warî de xebatek tê kirin. Hin hewldan hene. Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re didomin. Di navbera me de pêvajoyeke diyalogê heye. Heyetên me bi hev re hevdîtinan dikin. Hêviya me ew e ku Rûsya tişta jê tê xwestin, bi awayekî serketî pêk bîne."
Li gorî Aldar Xelîl, ji bo çareseriya krîza Sûriyê, Emerîka û Rûsyayê li hev kirine: "Muxatabê vê pirsgirêkê her du hêz in. Têkildarî hevdîtinên di navbera wan de em ne xwedî agahî ne. Diyar e ku ji bo çareseriyê hin tiştan nîqaş dikin. Lê em nizanin reng û rêbaza vê çî ye. Hêzeke me û di têkoşîna avakirina demokratîk de ye. Ji bo çareseriyê em ji hêzên navneteweyî alîkariyê dixwazin."
 
Me hêvî nedikir dagirkeran biparêzin

Aldar Xelîl li ser hevdîtinên bi ENKS´ê re jî gotm "Hevdîtinên me yên bi ENKS'ê re bi mehan e bi dawî bûne. Em li bendê ne ku nûnerên Emerîkayê bên û her du aliyan vexwînin. Me derbarê mijarê de daxwazên xwe ragihandine. Heke ev diyalog dest pê bike, wê çawa û li ser çi bingehî dest pê bike? Divê hin tişt careke din di ber çavan re bên derbaskirin. Rewşa Kurdistanî û herêmî heye. 

Ji bo diyaloga di navbera Kurdan de dibe ku nêrînên wî hebin. Heta dikare alî jî bigire. Lê me qet hêvî nedikir ku dagirkeriya Tirkiyeyê biparêze. Pirsgirêkên Tirkiyeyê bi me re hene, ne bi rêxistin û partiyekê re. Pisgirêka wê hebûn û tinebûna Kurdan e. Kî li ber Şêx Seîd, Seyît Riza û dîsa Barzanî rabû? Di sala 2017'an de beriya Bexdayê Erdogan nerazîbûn nîşan da. Gelo Mesrûr Barzanî bûye parêzerê Tirkiyeyê û haya me ji rewşê tune ye. Çima wiha dibêje? Dibêje, 'Pirsgirêka Tirkiyeyê bi PKK'ê re heye'. Li Efrînê PKK tine ye, Gelo çima ENKS li wir tine ye? Çima buroyên wan li wir tine ne? Li ser navê kurdîtiyê li Serêkaniyê ve Girê Spî tu çi dikî?"

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.