Gelo PDK û ENKS bûne şebeke!

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:48

  • Gelo PDK û ENKS´ê, piştî ku PDK´ê deriyê sînor girt, bi hev re pîlan danîne ku xelkê ji Rojava bi qaçaxî birevînin Başûr û antîpropagandaya Rêveberiya Xweser bikin. Çavkaniyeke ji nav ENKS´ê û dîmenên çapemeniya PDK´ê vê piştrast dikin. 

Li gorî hin agahiyan, PDK bi rêya endamên ENKS'ê yên ku qaçaxçitiya mirovan dikin, amadekariyê dike ku xelkê herêma Koçeratan a ser bi bajarê Dêrîkê, derbasî Başûrê Kurdistanê bike. Li gorî çavkaniyên ji nava ENKS´ê bi xwe, paşê jî ev koçberî wê ji bo antîpropagandaya Rêevberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê bikaranîn. 

PDK´ê li ser talîmata dewleta Tirk a dagirker, deriyê sînor a Sêmalkayê di navbêra Başûr û Rojavayê Kurdistanê de girt, pîlana wê ya esasî jî hêdî hêdî lê eşkere dibe. Tê gotin, piştî ku PDK'ê deriyê Sêmalka girt, niha jî bi endamên ENKS'ê yên qaçaxçîtiya mirovan û narkotîkê dikin, amadekariyê dike ku xelkê bibe Başûrê Kurdistanê.

Endamekî Partiya Yekîtî ya di bin sîwana ENKS'ê de ji ANHA´yê re ragihand ku beriya deriyê sînor ê Sêmalkayê were girtin Rêveberên ENKS'ê û yên PDK'ê bi endamên ENKS'ê re yên ku qaçaxçîtiya mirovan û narkotîkê dikin, civîneke taybet çêkirine. Di civînê de ji qaçaxçiyan re gotine, piştî ku derî were girtin, divê hûn hin kesên ji herêma Koçeratan û Dêrikê amade bikin da ku hûn wan derbasî Başûrê Kurdistanê bikin. Armanc ji vê jî ew e ku propagandaya li dijî Rêveberiya Xweser bikin.

Çavkaniya ji nav ENKS´ê piştrast dike

Çavkaniya ji nav Partiya Yekitî, ji ANHA´yê re gotiye, ji bo kesên ku bi rêya qaçaxçiyên mirovan derbasî Başûrê Kurdistanê bikin, li Hewlêrê qampekê koçberan a nû dê were avakirin. Hat diyarkirin ku PDK û dewleta Tirk a dagirker vê rewşê hem di hela siyasî hem di hêla dîplomasî û hem jî di hêla civakî de li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bînin.

Tê gotin, li gorî vê pîlanê, îhtîmal heye ku dewleta Tirk a dagirker, êrişên xwe yên bombebaranê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bike da ku rê li ber koçberiyê veke. Çawa tê zanîn ku di pêvajoya şerê Serêkaniyê de hêzên girêdayî PDK'ê xeta sînor a di navbêra Rojava û Başûrê Kurdistanê vekiribûn û malbat direvandin başûr. 

Ragihandina PDK´ê jî pîlanê piştrast dike

Hema piştî vê yekê, ragihandina ser bi PDK´ê ya li Başûrê Kurdistanê, dîmen nîşan dan ku qaşo xelk Rojava ji ber rewşa xirab a aborî, êrişên dewleta Tirk bi cih dihêle. Di van nûçeyan de behsa ambargoya PDK´ê, girtina sînoran û tesîra wê ya li xirabûna rewşa aborî ya Rojava nayê kirin.

Lê bi dîmenan vedane çend konan a li wargeheke penaberan derdikev pêş.

Ji ber zilm û zora PDK´ê, gendeliya di nava hikûmeta wê û ya YNK´ê de baweriya bi siyaseta Başûr li nav xelkê Başûr nemaye. Ji ber wê jî hin şirovekerên siyasetê, dibêjin, sedema vê siyaseta PDK´ê di heman demê de ew e ku Rêveberiya Xweser jî reş bike û bibinketina xwe ya di siyasetê de bide jibîrkirin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.