Banga rawestandina êrişên li Humsê kirin

Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:25

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên li dijî taxên Humsê rawestînin. Meclisê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji ber êrişan sûcdar kir.

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan têkildarî êrişên li Humsê yên li dijî welatiyên Elewî daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniyekê de got ku “komên bedewiyan ku ji hêla desthilata de facto ve têne piştgirî kirin” êriş pêk anîn, gule berdan sivîlan, mal şewitandin û dikan wêran kirin û wesayît şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nikare êrişên “mezhebî” rawestîne, da diyarkirin ku ev êriş nêzîkî salekê ye dubare dibin, ev yek jiyana sivîlên Elewî li Hums û deverên din dixe xeteriyê.

Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan li Sûriyeyê û derveyî welêt ev bang li civaka navneteweyî kir:

– Tavilê destwerdanê bikin da ku êrişan rawestînin û sivîlên li taxên Elewiyan biparêzin.

– Ji bo belgekirina binpêkirinên hatine kirin, komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe bişîne.

– Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, kesên rasterast berpirsiyar û kesên ku binpêkirinan teşwîq kirine, werin darizandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.