Erkekî bingehîn û exlaqî ye

Çarşem 8 Çile 2025 - 02:55

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, ji girtîgehê da zanîn ku ew jî tevlî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye ku vê yekê wekî erkeke exlaqî dibîne. Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn û li girtîgeha bajarê Yezdê tê ragirtin, nameyek şand. Nameya Celaliyan wiha dest pê dike:"Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz ya siyasî me ku ji ber raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan sûdê werdigire ku ew bi xwe jî 26 sal e ji bo fikirên xwe û azadixwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez tevlîbûna vê kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye ragihandin wek erka bingehîn û exlaqî dizanim. Ez azadiya bê şert û merc ya wî dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad ê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadiyê ji bo wî mirovê mezin û xwediyê ramanê dixwazim."

Ocalan çiraya gelê Kurd e

Di dewama nameya xwe de Zeyneb Celaliyan got:"Dema ku nîştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên sax, dema ku kesek ne xwedî hêza têkoşîn û şer bû li hemberî dijminan; û bi taybet dema ku li Bakurê Kurdistanê, rejîma faşîst a Tirkiyeyê hebûna Kurdan înkar dikir û ew dikuştin, tekane kesê ku li dijî wê dewletê serî bilind kir Rêber Abdullah Ocalan bû. Bêguman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyeyê de yekane çiraya ronîker a rêya azadiya gelê Kurd û gelên din ên herêmê bû.  Dema ez li ser jiyana wî difikirim, dilê min diêşe ku çima cîhanê ew dereng fêhm kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşopî berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan re hewl da ku gelê Kurd û gelên din bigihîjîne mafên xwe. Dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên weke Emerîka û Yekitiya Ewrûpayê bi awayeke bêbextane ew kesayetê axadîxwaz esîr girt û 26 sal e di bin tecrîdê de ye. Cîhan şahid e ku wan sinordarkirinan jî nekarîn fikir û ramanên wî asteng bikin."

Weke cewherekî çirûsî

Nameya Zeyneb Celaliyan bi vî rengî dewam kir:"Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê weke cewherekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir. Pergala konferderalîzma demokratîk weke alternatîfa dewletên herêmê pêşkêş kir. Gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bigihîjin mafên xwe û jiyaneke hevbeş ya aştîxwazane ava bikin. Lê ev yek berjewendiyên dewletan dixe metirsiyê, loma dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde dike. Lê li gel astengiyan, wî dîsa bi awayekî bi hêz rêkarên afirîner ên ji bo rêya azadiyê nîşan dan. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekheviyê û azadiyê ye. 

Em ê tecrîdê bişikînin

Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, ev 17 sal in di dijwartirîn şert û mercên zindanan de dijîm û şert û mercên zindanan baş têdigihêjim. Eger em tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê me tê sepandin bişkênin, em ê hemû zindanan jî bişkênin. Bi wî awayî em jin wê bibin pêşengê şikandina pergala zindanan. Jin û gelên Îranê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî şoreşekê dikin. Ew dirûşme raman û felsefeyek e ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ramanên wî, di daxwaza azadiya wî ya fîzîkî de israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke demokratîk, piştevaniya raman û mirovê azad bikin û wî biparêzin. 

Azadiya wî azadiya me hemûyan e

Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybet kesên bîrmend, akademîsyen, hunermend, mafnas, femînîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber APO bikin û beşdarî kampanyaya cîhanî ya ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin. Ji ber ku hemû netewên Îranê ji bo çareseriya bingehîn ya pirsgirêkên xwe pêdiviya bi ramanên wî heye. Lewra di cih de ye ku neteweyên Îranê hemû hewildana xwe ji bo rakirina astengiyên li hember Rêber Abdullah Ocalan bidin. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercên zindana Îmraliyê de li ber xwe dide û têdikoşe ku bingeha ramanên wî jî li ser azadiya jinan e; nexwe divê piştevanî di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civak, jin û mêran bi wê heye. Loma ez we vedixwînim ku hûn beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin û erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, wê azadiya me hemûyan û bi taybet ya jinên têkoşer be."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.