Erka malbatan parastina ziman e

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Sibat 2023 - 03:56

Di derbarê giringiya parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî de mamosta û xwendekarên Zanîngeha Helebceyê axivîn.

Mamostaya Zanîngeha Helebceyê Mihrîban Hisên da zanîn zimanê Kurdî jî mîna hemû zimanên din ên gelên herêmê zimanek dewlemend e. Lê niha metirsiya bandora zimanên biyanî li ser zimanê Kurdî heye. Zimanên biyanî bandorek nerênî û xirab li ser zimanê Kurdî çêdikin. 

 

Teknolojî tesîrê li ziman dike

Bi taybetî jî di nava zarokan de, teknolojî bandorek xwe ya mezin li ser zimanê me heye. Em zarokên xwe dixin ber bêrehmiya teknolojiyê. Ev yek dibe sedem ku zimanê dayikê û Kurdî bibe zimanê duyem.”

 

Malbat divê ziman biparêzin

Seroka Zanîngeha Helebceyê Dr. Mihabad Kamil jî da zanîn erkê sereke yê malbatan parastina zimanê dayikê ye û got: “Divê em zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin, divê em wan fêr bikin ku bi Kurdî baxivin û giftûgo bikin. Bila li dibistanan ji bo fêrbûna ziman û zaravayên cûda wane hebin, lê divê zimanê sereke yê xwendin û nivîsandinê zimanê dayikê be.”

LENYA SERKEWT

Civak bi zimanê dayikê bi pêş dikeve

Xwendekara Zanîngeha Helebce Lenya Serkewt jî li ser mijarê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ziman rolek giring heye di pêşxistin û xurtkirina peywendiyên nava hemû civakek de. Ji ber ku ziman amûreke girîng a gihandina peyaman e. Ji ber wê eger em bixwazin civakek pêşketî avabikîn, divê yekem pêngav bi rêya ziman were avêtin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.