Êrişên Tirkiyeyê qirkirin e 

Şemî 17 Kanûn 2022 - 01:27

  • Berdevkê berê yê hêzên leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ya Şerê li dijî DAIŞ'ê (CJTF-OIR), albay Myles B. Caggins got, “Tirkiye zirarê dike li hevparên me yên ku zora DAIŞ'ê birin. Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rewşa li Efrînê gelekî xirab e. Rewş tirsnak e. Êrişên hewayî û yên bi topan hene; bi ser de jî ava çemê Firatê qut dike û weke sîleh bi kar tîne.” 

RONÎ RIHA/MELTEM OKTAY

ZURICH

 

Dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê ve pêleke nû ya êrişan li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî dabû destpêkirin. Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kir û bi balefirên şer, top û mûşekan êrişeke qirkirinê dibe ser bi sedhezaran mirovî.  

Li ser van êrişan û helwêsta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê em bi berdevkê berê yê hêzên leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ya Şerê li dijî DAIŞ'ê (CJTF-OIR), albay Myles B. Caggins re peyivîn.

 

Dewleta Tirk êrişeke mezin dibe ser hevparê we yê şerê li dijî DAIŞ'ê. Tu Kurdan û xelkê wê deverê ji nêz ve nas dikî. Ev êriş hesteke çawa bi te re çêdikin?

Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rewşa li Efrînê pirr xerab e. Rewşeke tirsnak e. Daxwaza Tirkiyeyê ew e ku gelê Kurd dûr bike ji sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de dûr bixe. Ji bo vê jî ji bilî êrişên hewayî û topxaneyan, ew ava çemê Firatê jî ji ser herêmê dibire û avê weke sîleh bi kar tîne. Komek mirovî ji cih wan dikin û li şûna wan penaberên din bi cih dikin û esas qirkirina etnîk dikin. Wekî din dewleta Tirk dixwaze ji Efrîn, Idlib heta bi Serêkaniyê û Girê Spî li devereke ku navê “devera ewle” lê kiriye, komên terorîst bi cih dike. 

Herçî hisên min in; Ez bi QSD'ê re xebitîm. Û min bi dehan mirovan nas dikim, yên ku ji şerê Kobanê ve di nava QSD'ê de wezîfe kirine. Hemû jî gelekî aciz û hêrsrabûyî ne, ji ber êrişên misêwa Tirkiyeyê ya li dijî hevparên koalîsyona Emerîkayê ya ewlekariyê. Hisa min jî ev e. Ez hêvî dikim ev êriş bi dawî bibin. Lewma Tirkiye zirarê dike li hevparên me yên ku zora DAIŞ'ê birin. Li aliyê din jî bi sed hezaran sivîl hene ku ji ber zirar û tirsa êrişên dewleta Tirk bûne penaber; ew pirr bêzar û bêçare ne.

 

Li gorî te, ev êrişên dewleta Tirk wê çawa tesîrê bikin li şerê QSD û Koalîsyona Navneteweyî yê li dijî DAIŞ'ê?

QSD û Koalîsyona Navneteweyî dixwazin tenê berê xwe bidin DAIŞ'ê, lê hin lîderên û fermandarên di nava QSD'ê de wezîfeyeke din jî dikin; ew xwe amade dikin da ku welatê xwe biparêzin. Ji ber wê yekê jî, bêguman ev êrişên dewleta Tirk dikin ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de berê awiran biçin ser tiştên din. Lê ya ji wê jî xirabtir ew e ku dibe ku ev êriş zirareke mezin bidin erka têkbirina DAIŞ'ê.

 

Dewleta Tirk êrişê kampa Holê jî kir, lê bi hezaran endamên DAIŞ'ê û malbatên wan tên ragirtin. Hat ragihandin ku bi êrişê re komek ji endamên DAIŞ'ê jî reviyane. Gelo bi ya te jî, dibe ku Tirkiye reva DAIŞ'iyan û vejadnina DAIŞ'ê organîze dike?

Bi ya min armanca wê ya sereke ne ev e. Heger Tirkiyeyê bixwesta, wê yek ser êriş bibira ser kampên DAIŞ'î li wan tên ragirtin. Lê ez difikirim ku êrişên dewleta Tirk li dijî QSD'ê derfetan ji DAIŞ'ê re diafirîne û DAIŞ'ê teşwîq dike. Lewma QSD derfetên kêm neçar li dijî êrişan bi kar bîne. Bi vî awayî, erê ev êriş DAIŞ'ê ji nû ve zindî dikin.

 

Gelo sedemeke taybet heye ku dewleta Tirk êrişî Kobanê bike?

Kobanê cihekî sembolîk e. Ji bo gele Kurd, di warê serketina li dijî DAIŞ'ê de û rola jinan a derketî pêş, maneyeke wê ya gelekî xurt a sembolîk heye. 

Kobanê sembola yekîtiya Kurd, serketina li dijî DAIŞ'ê ye. Gava şerê Kobanê dewam dikir, Tirkiyeyê ev ji nêz ve dişopand. Ev tê bîra me. Yanî Tirkiyeyê tenê temaşe kir ka çawa DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir û çawa hêzên Kurd ji bo rizgarkirina Kobanê şer kirin. Tirkiyeyê destek neda şerê li dijî DAIŞ'ê. Ji ber wê ez dibêjim, aliyekî psîkolojîk ê êrişeke li dijî Kobanê heye. Em di nava çend hefte yan jî mehan de bibînin bê ka wê çi bibe..

 

Pentagon û Qesra Spî bi daxuyaniyan gotin, ew ji ber êrişan bi fikar in. Ev daxuyanî gelo wê bes be ji bo rawestandina Tirkiyeyê?

Daxuyaniyên ji Washington DC’yê kêm tesîrê li kirinên dewleta Tirk dikin. Wê baştir bûye, heger Washingtonê beriya êrişên hewayî yên vê dawiyê yên Tirkiyeyê daxuyaniyek bidaya. Û heger Emerîkiyan beriya van êrişên dawiyê, zûtir û bi gotinên hişktir daxiuyanî bidayana, vê yekê wê bêhtir tesîr bikira. Lê daxuyanî yan piştî bi çend rojan yan jî piştî bi çend hefteyan hatin. Vê jî ti tesîr li kirinên Tirkiyeyê nekir.  

 

Dewleta Tirk êrişî sivîlan kir û ev sûcê şer e li gorî hiqûqa navneteweyî; ji bo çi tio zext û cezayêî navneteweyî li Tirkiyeyê nayê birrîn?

Heger Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî van êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan piştrast bikin, ev ê muhim be. Lêkolan, rûreşkirin û helwêstnîşandana beramberî van êrişan jî ji karên civaka navneteweyî ye. Yanî ev ne tenê berpirsiyariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye. Muhim e bê misogerkirin ku medya tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûrî diqewimin bike nûçe, da ku dinya zanibe ka çi êriş tên kirin û ev êriş zirarê li sivîlan dikin. Ev gelekî girîng e.

 

Berê li Başûrê Kurdistanê, li herêmên Kurdan ên Iraqê DYE'yê tevî NY'yê herêma li firrînê qedexe ragihndibû. Ji bo Rojava eb yek çima pêk nayê?

Îradeyeke siyasî yan jî elaqeyeke ji bo avakirina herêmeke li firrînê qedexe ji bo Sûriyê nîne. Jixwe di navbera du endamên NATO'yê de jî hûn nikarin herêma li firrînê qedexe ava bikin. Herêmên li firrînê qedexe pirr buha ne. Jixwe, ev yek wê zilma dewleta Tirk a li dijî Kurdan jî bi dawî neke. Ew ê van tiştên ku niha dikin, dîsa bikin.

Ez fêm dikim çima mirov vê li Rojava dixwazin. Lê ez yeqîn nakim ku ev pêk were. Lewma heger çêbe, ev ê bibe herêma li firrînê qedexe ya NATO'yê li dijî NATO'yê. Tirkiye gefan li Yewnanistanê jî dixwe, hûn dibînin ku li wir jî di herêma li firrînê qedexe tineye. 

Di serdema desthilata Sedam de li Iraqê rewş cihê bû. Sedam dijminê me bû, dijminê DYE'yê bû. Tirkiye hevgirê NATO'yê ye û em naxwazin bi vî hevgirî re şer bikin.

 

Gelo çi sedemên din hene ku Tirkiye êrişê bibe gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî? 

Bi ya min sedemeke din, Rêveberiya Xweser, jineolojî, îdeolojiya bi slogana jin jiyan azadî xwe dide der e. Hikûmeta Enqerê ji van ditirse. Dewleta Tirk naxwaze komên Kurd di rêveberiyê yan jî di aboriyê de serketî bin. Ji ber vê êriş dike. 

 

Îdîa hene dibêjin, di navbera DYE û Rêveberiya Xweser de krîzeke PKK'ê heye tu çi dibêjî?

Me ti delîl nedîtine ku bibêje, PKK ji Sûriyê êrişî Tirkiyeyê dike. Ne min delîlekî wiha dît, en jî bihîst. Bi qasî ku min dît, QSD hewl dide xelkê xwe ji DAIŞ'ê û tehlûkeyên din biparêze. Û ew bi şervanan û bi Asayîşê hewl dide nîzamê pêk bîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.