Berpirsiyar şerxwaz in

În 24 Cotmeh 2025 - 03:00

Daxuyaniya HPG-NRÇ a li ser operasyonên artêşa Tirk

HPG-NRÇ'ê diyar kir ku artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê li qadên Çewlîk, Amed, Herekol û Bestayê 14-15 û 19'ê Cotmehê operasyonên dagirkeriyê kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

"Bi wesîleya salvegera şehadeta fermandarên Tabûra Nemiran hevrê Asya Alî - Mîne Sevjîn Alçîçek û Rojger Hêlîn - Alî Orek ên 23'ê Cotmeha 2024'an li TUSAŞ a Enqereyê çalakiya fedaî kirin û fermandara me ya nemir hevrê Bêrîtan Hêvî - Gulnaz Karataş ku 25'ê Cotmeha 1992'an bi berxwedan, sekn û çalakiya xwe bû sembola li dijî xiyanet û teslîmiyetê, şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe nû dikin ku dilsozê bîranînên pîroz ên şehîdan bin, meşa xwe ya li ser xeta şehîdan bi ruhê fedaî yê Apoyî bêteredût dewam bikin, armancên şehîdan bi ser bixînin û hêjayî bîranîna wan bin. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên li Bakurê Kurdistanê operasyon û êrîşên berfireh kir.

Di 14-15'ê Cotmehê de li herêma li sêgoşeya Çewlig û navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê operasyonek hate pêkanîn.

Di 14-15'ê Cotmehê de li herêma Herekolê ya Botanê operasyonên berfireh hatin kirin.

Di 19'ê Cotmehê de li herêma Besta ya Botanê operasyon hate kirin.

Di van operasyonan de ku li hemberî hêzên me yên gerîla yên di pozîsyona agirbestê de ne tên kirin, li gel ku em naxwazin eger rasthatinek li hev rû bide, berpirsyarê encamên vê yekê wê ew îradeya siyasî û leşkerî be ku van hêzan dibe operasyonê."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.