Li Bestayê tevgera leşkerî!
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:00
Artêşa Tirk, li Herêma Bestayê dest bi tevgereke leşkerî ya bejahî û hewayî kir. Hat zanîn ku artêşa Tirk, li Herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî kiriye. Hate ragihandin ku tevger hem li bejahî ye û hem jî hewayî ye. Her wiha helîkopterên şer jî tevlî tevgerê bûne. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa Tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî yên bi ser Herêma Bestayê ve.
AW/ŞIRNEX