Êrişên li dijî Êzîdiyan şermezar kirin  

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 1 Îlon 2021 - 04:41

Ciwanên Kurd ên li Fransayê, êrişa li dijî kampa Êzîdiyan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk şermezar kir. 

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Fransayê Bordeauxê civiyan û êrişa dewleta Tirk a li dijî kampa Qadiya ya li Zaxoyê şermezar kir.

Ciwanan pankartên li ser nivîsandî "Dewleta Tirk a kujer wê hesab bide" û "Dewleta Tirk a faşîst bombe li kampên Kurdan barandin" bi konsolosxaneya Tirk a li Bordeauxê ve daliqandin.

Li banliyoya Parîsê Evry jî li ser banga aktîvîstên TCŞ'ê Kurdistanî civiyan û li dijî êrişa li dijî kampa Qadiya meşiyan.
Di meşê de pankartên li ser wan nivîsandî "Na ji fermana 75'an re" û "Tolhildan" hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Şengalê", "Tolhildan" û "Terorîst Erdogan" hatin gotin.

Çalakgeran bang li hikûmeta Fransayê kir da ku li pêşberî van komkujiyan bêdeng nemîne.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.