Êrişên bêmirovhiştinê dewam dikin
Duşem 28 Mijdar 2022 - 01:39
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dikin. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêr bi şev gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera ya Efrîna dagirkrirî, bombebaran kirin. Li asîmanê herêma Efrînê jî tevgera balafirên keşfê, dronên biçek û balafirênên şer hebû.
Bîlançoya 24 saetên êrişên li dijî Efrînê
Bîlançoya êrişên 24 saetên dawî yên li dijî kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê wiha ye:
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêr piştî nîvê şevê saet qederê 01:00ʹê, balafirgeha Minix, gundên Meranaz û Şewarxa yên navçeya Şerayê bombebaran kirin, gundên Şewarxa, Tineb, Tarmeraş, Malikiyê, Meranaz û Elqemiyê yên navçeya Şêrayê jî topbaran kirin.
Li navçeya Şêrawayê jî gundên Meyase, Soxanekê, Herşa Soxanekê, Bênê, Aqîbê û rêya di navbera gundên Aqîbe, Qintêra û Bênê de hatin topbarankirin. Li kantona Şehbayê jî artêşa dagirker gundên Til Enab, Semûqa, Til Medîq, Şêx Îsa, Bêlûniyê, balafirgeha Minix, Til Acar û Til Rifetê dan ber topan. Li gorî agahiyan ev dever bi 317 guleyên hawan, obîs û tankan hatin bombekirin.
Li Cizîrê êrişê xizmetê kirin
Li gorî daxuyaniya hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo kargeha Siwêdiyê ya petrolê ya ku gaz û elektrîk peyda dikir û pênc kargehên li rex wê, ji ber êrişên dewleta Tirk rawestiyaye. Ev kargeha li Dêrika Çiyayê Hemko ji bo dabînkirina elektrîka xelkê Herêma Cizîrê heyatî ye.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN