Êrişê Kurdîtiya hepsiyan dikin
Sêşem 17 Çile 2023 - 01:20
Girtiyê bi navê Metîn Uyar, li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê ragirtî ye. Wî li dijî binpêkirinên li girtîgehê û zextên rêveberiyê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Uyar 40 roj li pey xwe hiştin.
Uyar, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û got, “Dixwazin bi vê tecrîdê rûmeta mirovahiyê, nasnameyê têxin bin lingan. Li Girtîgeha Espiyeyê hewldaneke faşîst heye. Li vê derê rasterast êrişî nasnameya me ya kurdatiyê dikin. Êşkenceyeke fizîkî û psîkolojîk heye. Hevalên me nabin nexweşxaneyê û pirtûkên bi Kurdî nayên dayîn. Ev çend roj in, bi ser qawîşên me de digirin û hevalên me kelepçekirî dibin. Hinek hevalên me yên li vê derê li ber mirinê ne.”
Tecrîd biqede wê êşkence jî diqede
Uyar anî ziman ku dema sewqî nexweşxaneyê tên kirin, lêgerîna nava dev li ser wan tê ferzkirin û got; “Ji me re dibêjin, yan rûmetê yan jî tenduristiyê hilbijêrin. Heke em bimirin, heke em giş werin kuştin jî em ê dev ji rûmeta xwe bernedin. Ev rûmet nirxa me ye, têkoşîna me ye. Tiştên ku bi serê me tên anîn, têkiliya xwe bi tecrîdê re heye. Em nizanin bê ka piştî vê axaftinê wê çi were serê me. Em ê li ber xwe bidin û ti carî paşve gavê neavêjin. Divê malbatên me û saziyên peywendîkar, tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin. Em dixwazin ku ÎHD, baro û kesên li dijî pergala êşkenceyê têdikoşin, dengê me bibihîsin. Heke tecrîd biqede, êşkence jî wê biqede.”
NAVENDA NÛÇEYAN