Êrişa li kolberan berdewam in
În 17 Mijdar 2023 - 00:49
Hêzên rejîma Îranê êrişên xwe yên li dijî kolberan dewam dike. Di êrişa hêzên rejîma Îranê de 4 kolber birîndar bûn. Temenê 2 ji van kolberan jêr 18 saliyê de ne.
Li gorî agahiyên Kurdpayê, êvara roja Şemiyê, 4 kolberên bi navê Arvîn Mihemedî yê 14 salî yê xelkê bajarê Sine, Îman ê 17 salî, Hesen û 20 salî û Şahoyê 21 salî, di encama gullebarana hêzên rejîma Îranê de, li sînorê Hengejale ya bajarê Bane, birîndar bûne.
Herwiha roja yekşemê jî, kolberekî 28 salî yê bi navê Ehsan Îsmaîlzade yê xelkê Mihabadê, li sînorê Bane, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate birîndar kirin.
KURDPA