Êrişa li dijî xeta azadiya jinê nayê qebûl kirin

Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:31

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê, têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê li Kurdistanê li dijî têkoşîna azadiya jinê tên meşandin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Em kesên ku ji bo desthilatdariya xwe ya şexsî êrişî xeta jinê dikin, hişyar dikin."

Daxuyaniya Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê  wiha ye:“Nîqaşên li ser hilbijartinan tê meşandin de bi awayekî eşkere êrişî xeta azadiya jinê ku hêza pêşeng a têkoşîna me ye, dikin. Ferasetên desthilatdarî ku siyaseta nûnertî û hilbijartinan kirin navenda têkoşîna me, ne tenê bûne bingehê şerê taybet ê faşîzmê, bi rêya medyaya dijîtal jî heman rêbazê li dijî têkoşîna me bi kar anîn. Bi taybetî êrîşên ku navenda wan li Êlihê pêk tên, li dijî paradîgmaya me û têkoşîna me ya azadiyê bûye êrişeke vekirî.

Ev kesayetên ku ji hişmendiya azadiyê bêpar in, bi rastî daxwazên xwe dixin pêşiya gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê û pirsgirêka hilbijartina xwe dikin mijara jiyan û mirinê, vediguherînin şerekî hişmendî yê şerê taybet. Divê were zanîn ku em ê ti carî destûrê nedin ku nirxên têkoşîna me ji bo desthilatdarî û hezkirina desthilatdariyê were qirêj kirin. Divê gelê me yê welatparêz tu carî zemînê nede van desthilatdarên ku bingeha şerê taybet û psîkolojîk ê faşîzmê didin meşandin. Em hêmanên qirêj ên şerê taybet û psîkolojîk ê faşîzmê jî hişyar dikin. Zû yan dereng wê gelê me teqez hesab ji wan pirse.”

Nîqaşa xeta azadiya jinê şerê taybet e

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê jî der barê êrişên li dijî pergala hevserokatiyê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya ku bi sernavê “Niqaşkirina xeta azadiya jinê êrişek şerê taybet e” hate dayîn de, wiha hate gotin:“Neqebûlkirina temsîliyeta wekhev, hevserokatî û îradeya jinê ku pêwîstiyên paradîgmaya me ne, wê di aliyê têkoşîna me de tu carî neyê qebûlkirin. Hemû namzetên me bi zanebûn û qebûlkirina felsefeya partiya me ya hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û pergala fermuarê ketin hilbijartinê. Her hevalekê/î me ya hat hilbijartin, hevserokê partiya me û gelê me ye. Wê tu carî tawîz ji têkoşîna me ya azadiya jinê, paradîgmaya me û rêgeza me ya hevserokatiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye model û bûye dirûşmaya têkoşîna jin û gelên cîhanê, neyê dayîn. Wê feraseta serokatî ya têkparêz a netewe-dewletparêzî tu carî neyê qebûlkirin. Di serî de namzetên xwe, em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li rêgeza temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê ku pêwîstiya paradîgmaya me ye derbikevin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.