Êriş bêçarebûna dewleta Tirk e
Şemî 17 Sibat 2024 - 00:42
Dewleta Tirk a dagirker 11’ê Sibatê avahiya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Qamişloyê bombebaran kiribû. Di encamê de ji fermandarên YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûbûn.
Emîne Esaf a ji Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişa li dijî Federasyona Gaziyên Şer şermezar kir û got, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sûc û çavnebariyên dagirkeran xurttir e. Emîne bal bire ser wê yekê ku dewleta Tirk fermandar Sorxwîn û Azadî yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine şehîd kirin û got:"Ev tê wateya ku dewleta Tirk dixwaze heyfa DAIŞ’ê hilîne û wê li herêmê zindî bike. Ne Erdogan û ne jî yên mîna wî nikarin vîna me bişkînin."
Hêvîn Mihemed jî girîngiya dilsoziya bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir û got:"Bila Erdogan baş bizane ku em dev ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bernadin. Em bi şehîdên xwe bawer in. Dagirker çiqasî êrişên xwe zêde bike nikare îradeya me bişkîne. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin, rêyeke din tine ye."
Nûra Hisên got, ew bi şehadeta Sorxwîn û Azadî serbilind in û got:"Ramanê me heq e, lewra dagirker wê nikare me tine bike."
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Nîroz Muslim êrişa li dijî federasyona gaziyan şermezar kir û got:"Qirêjiyê dewleta Tirk a dagirker gihiştiye lûtkeyê. Sûcên ku pêk tîne tevahî qanûnên navneteweyî derbas kirine."
Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Kantona Tebqayê Dilşan Muslim jî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker rûreş kir.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl jî got: "Wan hevalan di oxira ku welatekî azad û bi rûmet û têkbirina terora DAIŞ’ê de parçeyên ji bedena xwe dan. Lê dewleta Tirk xwest heyfa çeteyan ji wan têkoşeran hilîne û mala birîndaran kir hedef."
ANHA