EO; Serpêhatiya kerekî û mirovahî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Çile 2023 - 05:19

  • Derhênerê Lehî, Jerzî Skolîmowskî bi filmê xwe yê “EO” serpêhatiya kerekî vedibêje. Ew dike ku em li ser pirsgirêkên heywanan, şidet, holîganîzm, sextekarî û koçberiyê bifikirin. Film dibêje, her kes li cihekî sûcdar e, yanî “bêberpirsiyariya kolektîf” ya mirovahiyê nîşanî me dide û heta dawiya filmî jî dilê me rehet nake. 

ARDÎN DÎREN

 

“Ji bo çêkirina filmekî kerek û keçeke dilpak bes in.”               

  Robert Bresson

 

Derhênerê Fransî Robert Bresson sala 1966’an, filmekî bi navê “Au Hasard Balthazar” (Çawalêhato Balthazar) çêkir. Wî di vî filmê xwe de kerekî bi navê “Balthazar” weke model hilbijartibû. Wî ji bo lîstikvanan peyva ‘model’ bikardianî. Her wiha keçikek jî tevî vî kerî dabû lîstin û keriyek jî pez. Yanî wî jidil jî gotina xwe ya li jor bi riya sînematografiyê pêk anîbû. Wî ji bo vî hunerî ne digot sînema û peyva sînematografiyê bi kar dianî. Wî her tim ji fikrên xwe yên xwerû û resen bawer dikir. Jixwe filmên wî hemû mînîmal in û tiştên zêde yên ku sînemaya wî mijûl dikirin û dibûn bar dûrî xwe digirtin. Yanî planeke bêkêr û bê mane, meriv nikare di filmên wî de zû bi zû bibine.

Filmê Bresson yê “Çawalêhato Balthazar” jî bi alegoriyan dagirtî ye û wî bi riya kerekî û keçekê hin meseleyên sereke yên mirovahiyê resmandine. Yanî ew bi vî filmî serpêhatiya kerekî ya li gundekî resm dike û li ser mefhûmên “başî” û “nebaşî”yê disekine. Balthazar ji destpêka jiyana xwe heta mirinê, dibe şahidê gelek bûyerên baş û ne baş. Piştî meriv li vî filmî temaşe dike, muzîka Franz Schubert ango “sonata piyanoyê ya hejmera 20’an” jî qet naçe ji bîra meriv û tevî muzîkê êş û azara Balthazar tim di hişê meriv de dimîne. Jean-Luc Godar, di bin tesîra vî filmî de pirr dimîne ji bo film nirxandineke bi vî rengî dike: “Filmê ‘Çawalêhato Balthazar’ jiyana rasteqîn bi xwe ye ku di nav saet û nîvê de hatiye nîşandan.” 

 

Tenê sêrpêhatiya Balthazar ew bi girî xistiye

Yek ji wan derhênerên ku di bin tesîra vî filmî de mane jî derhênerê Lehî -ji Polonyayê- Jerzy Skolîmowskî ye. Skolîmowskî jî ji bo filmê “Çawalêhato Balthazar” gotibû, “Heta niha ez li ber filmekî giriyame, ew jî ev film e.” Skolîmowskî derhênerekê 84 salî ye. Wî jî weke gelek derhênerên Lehistanî, li dibistana “Lodzê” ya sînemayê xwend û yek ji wan derhênerên girîng ên Lehî ye. Tevî temenê xwe yê dirêj jî hîna li ser sînemayê dihizire û hewl dide filman çêke. Skolîmowskî sala 1967’an bi filmê xwe yê “Le Départ” (Çûyîn) li Berlînale xelata “Hirça Zêrîn” wergirtibû. Her wiha Skolîmowsî bi senarîstî û lîstikvaniya xwe jî tê nasîn.

 

Mala wan keran ava be

Skolîmowskî herî dawî sala 2022’an filmekî bi navê “EO” çêkir û filmê wî li Festîvala Cannesê “xelata jûriyê ya taybet” wergirt. Dîmenên fimê “EO” di nav du salan de li Lehistan û Îtalyayê hatine girtin. Skolîmowskî dema xelatê xwe wergirt kerên ku di film de cih girtine, bi bî ranîn û got, “Di film de me 4 kerên ji Sardînyayê bi kar anîn, Taco, Mola, Ola û Rocco. Ez ji vir malavayiyê li wan dikim.” 

Resmê sedsala 21’an

Filmê Skolîmowsî ji hêla gelek kesan ve bi awayekî “ji derhênerê herî mezin filmê herî xweşik û xwedî şêwazeke nû” hate nirxandin. Bi rastî jî piştî ku min bala xwe da vî filmî û lê temaşe kir, heman hest bi min re jî çêbû. Ji lewre ew bi vî filmî Robert Bresson û “Çawalêhato Balthazar” careke din tîne bîra me, lê bi awayekî din û bi şêwazeke xurt. Yanî derhêner bi filmê “EO” ruhê vê dema modern yê çilvirî nîşanî xelkê dide. Ji rê derketina insanan bi riya heywaneke kerr û lal tîne ziman. Çîrokbêjiyeke çê ava kiriye û wî jî weke Bresson di saetek û nîvê de bi riya serpêhatiya kerekî, resmekî jidil yê Ewrûpayê derxistiye holê. Tenê ne yê Ewrûpayê, her wiha yê mirovahiyê jî. Wî bi vî filmê xwe resmê sedsala 21’ê yê mirovahiyê raberî xelkê kiriye. 

 

Cih û war diguherin lê mirov her eynî ne!

Film li sîrkekê dest pê dike û kerê me jî li vê sîrkê di nimayîşan de tê bikaranîn. Keçika bi navê Kasandra ku gelekî jê hez dike, di nimayîşan de cih dide kerî jî ku ew bi navê “EO” gazî wî dike. Lê xelk li hember hewyanên ku di sîrkan de dixebitin nerazîbûnên xwe nîşan didin û çalakiyan li dar dixin. Piştî van nerazîbûnan, biryar tê dayîn ku êdî kes heywanan di sîrkan de nexebitîne. Bi vî awayî rêwîtiya “EO” dest pê dike. Di gelek cihan re derbas dibe û gelek tişt tên serê “EO”. Lê tenê cihê ku diçê diguhere, wekî din mirovên ku dibin xwediyê wî li her derî kêmzêde eynî ne û li hember “EO” ne baş in. Helbet ên baş jî derdikevin hemberî wî, lê kesên derdikevin hemberî wî, bêhtir mirovên ne baş in ên ku êşkence lê dikin û wî diêşînin. Yanî ew li her derî bi tenê ye û kêm kes jê hez dikin. Ji lewma, tim li destên Kasandra digere ku ew hembêz dikirin û jê hez dikirin. Kerê bi navê “EO” her çiqas heywan be jî dinyayê, xweza û insanan hîs dike. Ji lewre li cihên ku dibe mêvan, karê xwe dike lê dema tiştekî ne di rê de dibîne jî bi awayekî xwe ji destê wan difilitîne û rêwîtiya xwe didomîne. Helbet bi vê rêwîtiya wî, em jî dibin şahidê gelek tiştan, jixwe derhêner jî xwestiye bi riya kerekî nêzîkatiyên mirovan nîşanî me bide û vê yekê pirr baş dike.

 

Kesekî bê guneh tine ye

em hemû sûcdar in

Filmê “EO” filmekî polîtîk e, derhêner Skolîmowskî weke filmên din kerekî fantastîk yan jî kerekî weke yên di filmên Hollyoodê de, dernaxe pêşberî me. Rastiya mirovahiyê bi her awayî vedibêje û kerî li ber dilê me “delalî” nake, jixwe rastiyeke bi vî rengî jî li holê yan jî derûdora EO tine ye. Yanî mirovên vî zemanî, ezezokî û ne baş in! Wekî din jî film dike ku em li ser pirsgirêkên heywanan, şidet, holîganîzm, sextekarî û koçberiyê bifikirin. Yanî Skolîmowskî bi vî filmî modernîzma Ewrûpayê û her wiha tiştên ku li wir diqewimin jî rexne dike. Li gorî peyamên ku ev film dide, her kes li cihekî sûcdar e, yanî “bêberpirsiyariya kolektîf” ya mirovahiyê nîşanî me dide û heta dawiya filmî jî dilê me rehet nake. Ji lewma di hin cihan de meriv li bendê ye û ji xwe dipirse, “Kesek dê derkeve û ji vî kerî hez bike gelo?” Lê na, kerê me yê bi navê “EO” herî dawî tevî garaneke conegeyan li Îtalyayê dibe mêvanê selexaneyekê û sêrê wî tê jêkirin! Yanî derhênerê vî filmî, meseleyê berevajî nake û bi awayekî ciddî dinirxîne û resmekî derew raberî me nake! Bi kurtasî dibêje, merivên vî zamanî ne qenc in û bûne qurbana xezeba xwe! 

 

Ker ne pozbilind in!

Skolîmowskî piştî 7 salan, bi filmekî wiha serketî derdikeve hemberî temaşevanan. EO, filmekî weke helbestê ye, helbesteke dilzîz ya ku hestên meriv li hev dijidîne û dike ku meriv li ser heywanan careke din bifikire. Bi çavên kerekî dixwaze em li dinyayê binihêrin û binirxînin. Serpêhatiya kerekî di heman demê de dibe serpêhatiya mirovahiyê jî. Ew çavên xweşik û kovandar ên vî kerî dike ku em li ser peyva “rehm”ê careke din bifikirin û xîreta xwe di ber çavan re derbas bikin. Gelek meseleyên mirovahiyê hene ku werin gotin, lê carna jidil jî tenê kerek têrê dike ku meriv hin meseleyan vebêje, ev yek jî hêza sînemayê nîşan dide. Skolîmowskî ji bo kerên ku di filmê wî de lîstine, şiroveyeke bi vî rengî dike: “Ker pirr henûn in, her wiha ew kubar û rêzdar in jî. Kêliyên di ser wan re dibihurin, ew heta dawiyê û bi aweyekî kûr hîs dikin. Ew qet ji xwe razî û pozbilind nînin. Di heman demê de lîstikvanên pirr baş in.”

Jixwe, mesele hemû jî “ji xwe razî bûn” û “pozbilîndî”ya mirovahiyê ye, nexwe li dinyayê bê xîretî û nebaşî ewqas belav nedibû. Axir film jî bi van meseleyan dadikeve û resmê mirovahiyê yê modern ku aniha gelek insan di navê de digevizin, nîşanî xelkê dide.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.