Enternasyonalîst: Ocalan hêviyê dide me
În 22 Mijdar 2024 - 02:55
- Ciwanên enternasyonalîst dan zanîn ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdariya mîtîna azadiyê bûye û gotin: "Ji bo me enternasyonalîstan hebûna Abdullah Ocalan û azadiya wî hêviyeke mezin e. Raman û felsefeya Abdullah Ocalan hêviyê dide me."
Bi sed hezaran Kurd û dostên Kurdan, 16’ê Mijdarê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Kolnê yê Elmanyayê meşiyan û mîtîng li dar xistin. Enternasyonalîstên beşdarî meşê bûn, peyamên, “Silavê Rêber Apo ronahiya têkoşîna jinan e” dan. Ciwanên enternasyonalîst Min Sommer û Sarah Berg ên beşdarî mîtîngê bûn axivîn.
Zagonên navneteweyî binpê dike
Min Sommer anî ziman ku ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîdê de ye û got: “Ev yek hemû zagonên navneteweyî binpê dike. Hikûmeta Elmanyayê û YE jî ku dabînkirina demokrasî û mafên mirovan ji bo xwe wekî erkekê dibîne, di vê mijarê de tiştekî nake. Li vir li gor berjewendiyên xwe tevdigerin, ji ber ku bi Tirkiyeyê re peymanên çekan bidomînin. Ji bo wan têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji rêzgirtina bo mafên mirovan girîngtir e. Sedem ew e ku şirketên mezin ên Elman ji vê yekê sûdê werdigirin. Loma li dijî Kurdên li Elmanyayê radibin, ev dirûtiyeke mezin e. Divê raya giştî ya navneteweyî û Elmanya ji bo ku dawîlêanîna tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan demildest bikevin dewrê.”
Ocalan hêviyê dide me
Sarah Berg jî destnîşan kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdariya mîtîna azadiyê bûye û got: “Em îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan li vê derê ne û wekî ji girseya li vê derê jî tê dîtin, gelek kes hene ku helwesta li dijî Abdullah Ocalan tê birêvebirin qebûl nakin û tecrîda ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye şermezar dikin. Ji bo me enternasyonalîstan hebûna Abdullah Ocalan û azadiya wî hêviyeke mezin e. Raman û felsefeya Abdullah Ocalan hêviyê dide me. Em dixwazin ji bo vê yekê bi hev re têbikoşin û ji ber vê sedemê em îro li vê derê ne, li qadan in.”
ANF/KOLN