Enqere û Şam mikrob in

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 00:33

  • Rêxistina şopandina mafê mirovan HRW'ê bi daxiuyaniyekê rêveberiyên Şam û Enqerê bi wê yekê tohmetbar kir ku ew avê û alîkariyên insanî li dijî Rojavayê Kurdistanê weke sîleh bi kar tînin û dibin sedem ku kolera zêde belav bibe.

 

Rêxistina şopandina mafê mirovan Human Rights Watch (HRW) dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê bi dijwarkirina pandemiya Kolêrayê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tohmetbar kir.

HRW´ê dewleta Tirk a dagirker tohmetbar kir bi wê yekê ku çavkaniyên avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dike û ev yek dihêle ku pandemiya Kolêrayê dijwartir bibe. Beriya du mehan, xelk li Sûriyê bi Kolêrayê ket û niha di asta pandemiyê de li Sûriyê belav bûye.

Rêxistinê her wiha hikumeta Şamê jî tohmetbar kir bi wê yekê ku gihandina alîkariyan ji bo herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng dike: “Ev rengekî cudakirinê ye.”

 

Avê weke sîleh bi kar tîne

Ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ya di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bi awayekî domdar, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azara kêmbûna avê dikişîne. Her wiha kêmkirina ava çemê Firatê ku çavkaniya sereke ya avê ye li herêmê, bandor li xelkê herêmê kir. Dewleta Tirk a dagirker herikîna avê ber bi erdên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ve asteng dike û avê wekî çekekê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

Sîstema dabînkirina avê derb xwariye

HRW`yê bi daxuyaniyekê got, “Desthilata Tirkiyê nahêle av bi awayekî têrker ji jêdera çemê Firatê derbasî Sûriyê bibe. Her wiha ava stasyona Elokê qut dike, ku ew jî jêdereke ava vexwarinê ye li herêmên Rêveberiya Xweser.”

Ji meha Îlonê ve, li gelek parêzgehên Sûriyê Kolêra belav bûye. Ji 2009`an ve ev cara yekê ye ku Kolêra li welêt belav dibe. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di encama şerê ji 2011`an ve, zerar bûye li nêzî sêyeka hejmara stasyonên paqijkirina avê û nîvê stasyonên dabînkirina avê, her wiha sêyeka depoyên avê.

 

Tirkiye divê dev ji alozkirina rewşa avê berde

Cîgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn a HRW Adam Coogle got, “Belavbûna Kolêra ya wêranker, dê nebe nexweşiya herî dawî ku bi rêya avê belav dibe û bandorê li xelkê Sûriyê dike. Heger pitsgirêkên dijwar ên avê yên welat neyên çareserkirin, bi taybet li bakurê rojhilat ev ê dewam bike. Tirkiye dikare û divê, yekser dev ji alozkirina krîza avê ya li Sûriyê berde.”

Rêxistinê, desthilata Tirkiyê tawanbar kir bi wê yekê ku ji Sibeta 2021`an ve qeydên giran li ser derbasbûna avê ji bo Sûriyê danîne.

 

Şam û Enqerê kirin ku Kolera belav bibe

HRW´ê her wiha hikûmeta Şamê jî gunehbar kir bi wê yekê ku ew gihandina alîkariyan ji bo herêmên Rêveberiya Xweser, asteng dike.

Rêxistinê got, “Qeydên demdirêj ên hikûmeta Sûriyê li ser gihandina alîkariyan ferz kirine, hişt ku dezgehên xizmetên tenduristiyê û rêxistinên mirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, miamele bikin bi nexweşiyekê re ku bi lez belav dibe .”

Karmendekî alîkariyê ji rêxistinê re gotiye, "Hin malbatên ku bi temamî nexweş in, li cem me hene, dezgehên tenduristiyê gelek qerebalix in, mirov li erdê radizên."

Karmendê alîkariyê texmîn dike ku wekaletên NY`yê ji bo gihandina alîkariyan, nikarin erêkirina hikûmeta Sûriyê bi dest bixin.

HRW'yê piştrast kir ku divê aliyên şer mafên ava paqij û tenduristiyê ji her kesê li Sûriyê re misoger bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.