Endîşeya Yilmaz Guney

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 23 Kanûn 2023 - 00:16

Hin film hene, çend sal di ser wan re derbas bibin jî mijara wan weke ku roja me ya îro rave bikin, xuya dikin. Filma Endîşe ya Yilmaz Guneyî yek ji wan filman e! Xizanî, serdestî, bindestîya jinê, şer, berxwedan, neheqî û wekî din. Deşta Edeneyê ya ku ji gelek Kurdên karker re bûye gorn, di heman demê de ew çavkanî ye ku Yilmaz Guney jî jê hatiye. Ev çavkanî wî mecbûr dike ku berê kameraya xwe dîsa bide Deşta Edeneyê. 

Film bi kurikekî piçukî li ser kevirekî rûniştiye û digirî, dest pê dike. Mirov dibêje qey, kêliyeke din dayika zarokî wê wî rake û haş bike, lê bes em dûv re ji devê xwîniyên Cewherê fêm dikin ku Cewher kurê xwe yê piçûk daniyê devê deriyê xwîniyê xwe da ku kurê wî di ber xwîna wî de bikujin. Em di vir de Cewher nas dikin bê ka çiqasî rûhşîrin û tirsonek e ku xwe dixe pişt hesta endişeya ku bimire wê zarokên wî kevine çi halî de. Xwînî xwesteka Cewher qebûl nakin û pereyên xwînê bi mohlet jê dixwazin. Jixwe, nayê bîra kesî ku berxikekî bigurînin û xwe bi xwîna wî berxikî pak bikin! Her dema ku diçe ji emre Cewher diçe û tirsa Cewher zêdetir dibe. 

Cewher ji neçarî malbata xwe dide pêşiya xwe û bere xwe dide Deşta Edenê. Li wir ew ê karê çinîna pembû bike û pereyên xwînê bide. Lê her tişt ne weke dilê Cewher diçe. Tirkan dîse berê xwe daye şer û Qibris dagir kirine. Ji ber şer krîzeke aborî heye û qiymetê pembû nayê diyarkirin. Ev rewş derûniya Cewher pêl bi pêl xirabtir dike û dihêle ku biryarên şaş bide. Çawişê wan di ber keça wî ya piçûk de pereyan teklîf dike. Herçiqas ev rewş ne bi dilê Cewher jî be piştî kure xwe ê biçuk vêcarê jî kiça xwe di de ber bazare. Jixwe ji bo yên weke Cewher, ti qiymetê jinê nîne, yan wê li nav erd pembû biçinin, yan wê li malê kar bikin yan jî wê dinav cihan de wan şa bikin! Piştî ku keç ji bazarê haydar dibe, ew jî şevekê bi xortekî re terka bavê xwe dike. Her diçe Cewher dîntir dibe û asê dibe!

Karkerên hevalên wî bi rêya Sendikayan xwe bi rêxistin dikin û li hember axayan diçin grevê û kar disekinênin. Lê tirsa nava Cewher çavên wî kor dike. Grevê dişikîne û kar dike. Çi roja ku diçe ji hesabê wî diçe û divê di dawiya rojê de bedêla jiyana xwe bide! Heval û gundiyên wî hemû ji vê helwêsta wî aciz dibin, lê bes kes rewşa wî fêm nake. 

Ne Cewher ne jî hevalên wî ku li hemberî axayan diçûn grevê, ne ew sendikayên ku piştgirî didan karkeran, ne jî axayên ku zordarî li karkeran dikirin, ji endişêyên xwe rizgar bûn. Bayê kapîtalîzma li nava bajaran, hemûyan li ber xwe dibe. Xwediyê her kesî êdî dibe kapîtalîzma nû. BosSA, YağSA, SaSA, PilSA, MarSA û hwd.

Kurt û Kurmancî ji sala çêkirina Filma Endîşe heta îro, tiştekî ku zêde hatiye guhertin, xuya nake. Rewşa karkeran dîsa heman rewş e. Kurd dîsa di dawiya qemyonan de bere xwe didin Qeredeniza faşîst û ji bo axayên modern di rewşen pirr xirab de bindeqan diçinin û bi ser de jî heqaret li wan tê kirin yan jî li bajarên mezin di înşaetan de neewle kar dikin û her roj cenazeyê yekî ji wan tê Kurdistanê. Rewşa dewleta Tirk jî jixwe qet nehatiye guhertin. Aloziya rewşa aborî, qeyrana sîyasî derûniya gele Tirk xira kiriye. Dewlet wek her carê, di nava şer de ye. Dagirkirina Bakur a sed salî ne bes bû, îcar berê xwe daye Rojava û hewla dagirkirina wir dike. Jixwe ti endîşeyên kesên ku vî şerî bi rê ve dibin, nîne. Tişta ku wan bi xwedî dike xwîna kesên wek Cewher e. Wek her carê, yên ku di nav endîşeyên xwe de jiyana xwe bi dawî dikin û di nav vî şerî de bê mal, bê malbat, bê kar û xebat dimînin dîsa kesên wek Cewher in. Gelo dema Cewheran nehatiye ku êdî Cewherên xwe nas bikin û dest deynin ser vê qeyrana ku  jiyana wan tarûmar dike?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.