Encamanameya kongreya baweriyan
Çarşem 12 Çile 2022 - 22:57
- Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi encamnameyekê bi dawî bû. Li gorî encamnameyê komîteyek wê were avakirin da ku xebatên kongreyê bişopîne.
Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk û serokê komîteya amadekar a kongreyê Mihemed El-Xerzanî encamname xwendin.
Biryarên di encamnameyê de yên sereke jî ev in:
- Kongrê dê lêvegereke ji bo têkiliyan ava bike ku li gorî pêwîstiyan dê komîte jê werin avakirin. Ev lêveger dê deriyê kongreyê yê berfirehekirina têkiliyên xwe li cîhanê be, bi taybetî li herêmên ku alozî di têkiliyan de hebin, bixebite.
- Malpereke ji bo belavkirina çalakiyên kongreyê û danîna bernameyên xurtkirina têkilî û biratî û jiyana aştiyane wê were vekirin. Da ji cîhanê re bide xuyakirin ku ol, bawerî, felsefe û çand bi fikrên hezkirin û aştiyê dagirtî ye.
- Li hemberî tundrawiyê banga xebateke hevpar wê bike.
- Elaqe bi rola jinan di avakirina civakeke durist de were dayîn. Jin nîvê civakê ye û nîvê din perwerde dike û di hemû warên jiyanê û xebatên kongreyê de şirîkeke aktîv e.
- Elaqe bi ciwanan were dayîn. Ji ber ku stûnên civakî ne û hêviyên siberojê ne. Divê derfetên kar ji wan re werin peydakirin.
- Eleqe bi zarokan were dayîn û li gorî derfetan alîkarî bi malbatên wan re were kirin.
- Kongrê li dijî hemû cûreyên tundiya bi hemû reng û navên wê yên bawerî, olî, mezhebî û etnîkî ye.
- Têkildarî dozên binpêkirinên mafên mirovan ên bi sedemên olî, yan mezhebî, yan jî neteweyî, kongrê soz dide ku dê helwêstên guncaw ragihîne.
Kongreyê di dawiya encamnameyê de jî got, “Em bi hêvî ne ku ev kongrê û encamên wê tova xêrê be ku nêzîkbûnekê di navbera tevahiya pêkhateyan de ava bike û cîhan bi ewle, hezkirin û aştî bijî.”
QAMIŞLO