Em PKK û Tirkiyeyê li hev bînin
În 3 Adar 2023 - 00:06
Di Foruma Duyem a Hewlêrê de pêr serokê YNK´ê Bafil Talabanî peyivî û ji bo PDK´ê got, “Hûn gavekê biavêjin, em amade ne 10 gavan biavêjin.” Wî hewldanên bavê xwe yên navbeynkariya dewleta Tirk û PKK´ê jî bi bîr xistin û got, “Werin em PKK û Tirkiyeyê li hev bînin. Mam Celal kir, çima em nekin?”
Serokê YNK´ê Bafil Talabanî di Foruma li Hewlêrê de got, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi PDK´ê re ew ji bo her awayê diyalogê amade ne: “Hûn gavekê biavêjin, em amade ne 10 gavan biavêjin. Ji arîşeya di navbera me de zerar li miletê kurd dibe. Pirsgirêkên me besît in. Li şûna van, divê em serê xwe bi meseleypên muhim û stratejîk biêşînin. Em çima li hêviya xelkê bin ku werin û bibêjin, meseleyên xwe hal bikin? Heta ku meseleyên me hal bibin, em ne amade ne tevlî civînên kabîneya hikûmetê bibin.”
Pesnê birayê xwe da
Bafil Talabanî ji bo helwêsta cihgirê serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Qûbad Talabanî ya birayê xwe jî got, “Qûbad ji bo ku di nava hikûmetê de bi aheng kar bike, bi partiya xwe re li hev ket. Ji ber ku li dijî partîgiriyê bû, gelek berdêl dan. Dibe ku ez partîgiriyê bikim. Lê Qûbad ne wisa ye. Ew dîplomat e û kurdperwer e.”
Newekheviya Hewlêr û Silêmaniyê
Bafil Talabanî wekî din got, Silêmanî ji ber newekheviya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de mexdûr dibe û ev yek wiha anî ziman: “Hindik ma Hewlêr insanan bişîne fezayê, Silêmanî bi xwe weke xwe ma.”
Bafil Talabanî bi bîr xist ku Mesûd Barzanî soz daye bavê wî ku Silêmaniyê weke Hewlêrê geş bike, lê ev soz nehatiye girtin.
Wî di nava axaftina xwe de bang li aliyên siyasî kir da ku ji bo çareseriya meseleya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî hewl bidin û got, “Werin em PKK û Tirkiyeyê li hev bînin. Mam Celal kir, çima em nekin?”
HEWLÊR