Derhênerê sosyalîst ê navdar Ken Loach ji “Partiya Karkeran ya Ingilistan”ê îxrac kirin. Ken Loach ev helwêsta partiyê weke tesfiyekirinê bi nav kir û got, ez ê li gel kesên tesfiyekirî bisekinim.
Li Îngilistanê Sir Keir Starmer par bûbû serokê “Partiya Karkeran a Ingilistanê” û piştî dest bi kar kiribû, nêzî hezar kesan ji partiyê dûr xistibû. Kesên hatibûn dûrxistin, girêdayî serokê berê Jeremy Corbyn bûn. Komîteya rêveberiyê diyar kir ku wê û çar komên di nava partiyê de li hev nekirine û ji lewma jî ev kom hatine îxrackirin.
Di nav van kesan de Ken Loach jî heye. Ken Loach li ser hesabê xwe yê twitterê, ev helwêst weke tesfiyekirinê binav kir û got, “Partiya Kerkeran ya Ingilistanê gelek kes tesfiye kirin û êdî ew ne endamê partiyê ne. Ji min jî xwestin ku ez piştgiriye bidim wan, lê bila zanibin ku ez dev ji wan kesên tesfiyekirî bernedim. Ez li cem dost û rêhevalên xwe yên hatine îxrackirin cih digirim û ev yek ji bo min rûmet e. Starmer û klîka wî dê ti carî nikaribin pêşengiye ji partiya karkeran re bikin. Em pirr lê ew hindik in.”
NAVENDA NÛÇEYAN