Em naxwazin PDK li Mexmûrê be

Duşem 6 Mijdar 2023 - 00:15

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di 19’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên HPG û YJA-Starê bi temamî ji Kampa Mexmûrê vekişiyane. Piştî vekişîna hêzên HPG û YJA Starê, di navbera hêzên artêşa Iraqê yên hatin kampê û pêşmergên PDK’ê de şer derket. Piştre jî hat ragihandin ku her du aliyan lihev kirine. Şêniyên kampê jî li dijî her du hêzan meş li dar xistin û nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê yekê rayedarên hikûmeta Iraqê bi rêveberiya kampê re hevdîtin kir û diyar kir ku agahiyên lihevkirinê yên hatine parvekirin rast nînin. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kampê Bêwar Unver têkildarî hevdîtinê û geşedanên piştre qewimîn axivî. 

Agahiya xelet parve kirin 

Unver, da zanîn ku piştî nerazîbûna gel hikûmeta Iraqê xwest bi wan re hevdîtinê bike û got:“Rayedarên Iraqî gotin ku îdiayên PDK’ê rast nînin. Gotin ku di navbera rayedarên PDK û hikûmeta Iraqê de 3 hevdîtin hatine kirin û di van hevdîtinan de têkildarî pevçûna di 22’yê cotmehê de lêkolîn hatiye kirin û ji bo kontrola noqteyên hevpar yekîneyek hatiye avakirin. Ragihand ku wê herêma behsa xeberê ji hêla her du aliyan ve were valakirin û ew herêm wê di navbera her du aliyan de weke tampon be. Ango agahiya ku radestî PDK’ê hatiye kirin derew e. Agahiya ‘PDK’ê bi artêşa Iraqê re lihev kir’ ji hêla PDK’ê ve hate belavkirin. Em vê pêvajoyê jinêzve dişopînin û wê li gorî bûyeran jî nerazîbûnên xwe nîşan bidin.” 

Polîtîkaya wan a dijminahiyê ye 

Unver, diyar kir ku ew naxwazin PDK li wir be û got:“PDK baş dizane bê ka çima nayê xwestin. Ji sala 1994’an heta niha dema em li tiştên qewimîn dinihêrin, dibînin ku PDK li gel dewleta Tirk tevgeriyaye û zirar daye van kampan. Xelkê me bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ji ber ku PDK li gel Tirkiyeyê tevdigeriya, em neçar man ku dev ji kampên din berdin. Niha jî em li cihekî ewqas dûrî bakurê Kurdistanê bi cih bûne û berpirsyarê vê rewşê jî PDK ye. Heke ji ber têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re nebûya, wê kampa me li Dihok an jî Zaxoyê bûya. Heke PDK mîna partiyeke kurdistanî tevbigeriya, heke li dijî şêniyên kampê dijminatî nekiribûya, heke berpirsiyariya xwe bi cih bi aniya, bêguman me îro nîqaşa vê nedikir. PDK’ê rê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê vekiriye. Tirkiyeyê, li Herêma Federe ya Kurdistanê bi sedan baregeh ava kiriye. Ji ber têkiliyên wê yên bi Tirkiyeyê re, em naxwazin PDK were vê derê. Hatina PDK’ê ya vê derê wê mîna hatina Tirkiyeyê ya bi dijminane be.” 

Divê Iraq û NY erka xwe bikin

Unver, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku hêzên pêşmergeyan nêzî kampê jî nebin, hevdîtinên me yên bi hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) re didomin. Di vê mijarê de gumanên me hene. Hikûmeta Iraqê, NY û raya giştî ya Kurdistanê divê vê hesasiyetê baş bizane. Bila baş li rabûrdiyê binêrin û bibînin bê ka xelkê kampê çiqas zirar ji PDK’ê dîtiye. Em naxwazin piştî 30 salan heman tişt dubare bibin. Nexwe wê encamên wê giran bin. Ji bo ku planên PDK’ê bi ser nekevin dê hewldanên me bidomin. Kampa Mexmûrê, di bin ewlehiya NY’ê de ye. Hikûmeta Iraqê jî bi awayekî fermî qebûl dike. Divê vê derê hem biparêzin hem jî berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.