Em ji sala nû re amade ne!

În 29 Kanûn 2023 - 00:15

  • Zozan Çewlîg: Di sala 2023’yan de gerîlayên YJA Starê di birêvebirina şer de gihîştin asta herî bilind. Di sala 2024’an de jî em ji bo şer amade ne.

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Zozan Çewlîg tevlî bernameya taybet ya Stêrk TV’yê bû. Di bernameyê de bersiv da pirsên rojnamevan Tekoşîn Axîn. 

Zozan Çewlîg têkoşîna sala 2023’yan nirxand û got, “YJA Star di sala 2023’yan de wekî artêşbûna jinê 30 saliya xwe temam kir. Di artêşbûna me de keda herî mezin, a meşa şoreşê ya 50 salan a Rêber Apo ye. Em bi vê boneyê Rêber Apo silav dikin. Hezkirin, minetdarî û dilsoziya xwe ya bêdawî pêşkeşî wî dikin. Her wiha, hêzên hegemonîk û yên planên qirêj dixin meriyetê, dixwazin bi vê tecrîda hişk re jiyaneke bê Rêbertî fêrî me bikin, lê ev ne mumkin e. Em ê ti caran jiyaneke bê Rêber Apo nepejirînin. Em ê her tim hem wekî jin û hem jî wekî gelê Kurd bi Rêber Apo re jiyîn û jîndarkirinê ji xwe re bikin esas. Dîsa di zindanan de jî berxwedaneke di bin dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Wekî gerîlayên YJA Starê, em berxwedana zindanan silav dikin.

Di vê salê de bi pêşengiya leheng û fedayiyên Rêber Apo, ev şer bi serketî û performanseke bilind hat meşandin. Li temamê herêman, jinan ji salê re pêşengî kir. Dewleta Tirk a dagirker di bin navê pîlana çogpêdanînê de li hemberî tevgera azadiyê di nava şerekî yekpare de ye. Di asteke herî qirêj de bênavber ev şer dewam dike. Ev rewş di erdhêja 6’ê Sibatê de ya ku beşekî girîng Kurdistanê jî dixist nava xwe, dewam kir. Tevî êrişên artêşa dagirker ên pir dijwar jî, ji ber ev keraseta bi serê civaka me de hat, li ser bangewaziya KCK’ê wekî hêzên YJA Star û HPG’ê em ketin rewşa parastina pasîf. Lê desthilata Tirkiyeyê ev rewş baş nenirxand, berovajî li çar aliyê Kurdistanê êrişên xwe yên qirker domandin. Dîsa bi girtin û binçavkirinan li  ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê dem bi dem pêlên qirkirinên siyasî dan destpêkirin. Li hemberî konsepta îmhayê, YJA Star bi îlhama ku ji Rêber Apo digire, li ser hêza xwe ya cewherî heta misogeriya azadiyê sala 2023’yan pêşwazî kir. Bi hêza xwe ya cewherî îsal kir saleke dîrokî ya berxwedanê.

510 çalakiyên YJA Starê

Zozan Çewlîg di nirxandinên xwe de sala 2023’yan ji aliyê performansa gerîlayên YJA Starê ve nirxand û got, “Di sala bihurî de hevrê Sara û hevrê Rûken çawa ku diyar kirin, di vê salê de jî bi çalakiya fedayiyên Rêber Apo Erdal û Rojhat re ev xet hîn bi xurtî hat misogerkirin. Vê çalakiyê moraleke mezin da avakirin, peyameke girîng da. Dijmin dixwaze şer ji Tirkiyeyê derxîne, bêyî ku kes pê bihese qirkirina Kurdan temam bike. Lê fedayiyên Rêber Apo rê nadin, li her derê li dagirkeran didin. Di sala 2023’yan de bi taybetî li Rojavayê Zapê pêşengiya YJA Starê pirr li pêş bû. Li Rojavayê Zapê li qada Şehîd Delîl gelek pêşengên jin derketin, yek ji vanan jî hevrê Doga bû. Di gelek çalakiyan de cihê xwe girt. Bû pêşenga teqtîka demê. Hêzên YJA Starê hem xwe parastin, hem jî li dijmin dan. YJA Starê êdî rêbazê şer xweş zeft kiriye. Li Metîna, Avaşîn, Xakurkê, Zap li Bakur gerîlayên jin hebûn û di nava şer de bûn. Mînak, di çalakiya Girê Cudî de hevalên jin ketin nava dijmin, lê dan û çek rakirin. Ev girîng e. Di sala 2023’yan de 510 çalakiyên YJA Starê pêk hatin.

Em ê azadiyê pêk bînin

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Zozan Çewlîg ji bo sala 2024’an jî ev peyam dan: “Sala 2023’yan çawa saleke şer bû, sala bê jî wê wiha be. Niha pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ didome. Em wekî hêzên YJA Starê xwe li hemberî vê pêngavê berpirsiyar dibînin. Em şerê xwe ji bo rakirina vê tecrîdê didin meşandin. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê azadiyê pêk bînin. Terz û teqtîka demê di 1’ê Cotmehê de li Enqerê ji aliyê Rojhat û Erdal ve hatin diyarkirin. Em ê di vê salê de li ser xeta Zîlanan, li ser xeta Sara û Rûkenan bimeşin. Ev ê bibe saleke serketî yê YJA Starê. Ew ê saleke dijwar be, em ê bi ruhê Leyla Sorxwînan, Axîn Mûşan bikevin sala nû. Ji bo serketina pêngavê em ê li derveyî serketinê ti rêyeke din nedin pêşiya xwe. Em ji sala nû re amade ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.